Desteya Çand û Huner a Herêma Cizîrê û Dîwana Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriye Mihrîcana 6’emîn a Osman Sebrî li dar xist. Mihrîcanê sê rojan dewam kir û şeva dawî, kesên serketî hatin xelatkirin.
Di roja dawî ya mihrîcanê de derbarê jînenîgariya endamên komîteya nirxandinê de sînevîzyon hatin nîşandan. Her wiha koma mûzîkê ya Pargîn bi stranên xwe reng da şeva dawî ya mihrîcanê.
Di dawiyê de kesên di Mihrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê de bi ser ketine hatin diyarkirin û van kesan xelatên xwe girtin. Di beşa Kurdî de Kamran Simo Hedilî bi ser ket û xalata xwe wergirt.
Endamê komîteya amadekar Ebdulmecîd Xelef bal bire ser rola mihrîcanê di bipêşxistina wêjeyê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û got, “Çalakî û mihrîcanên li herêmê xwedî rokeke mezin in di bipêşxistina wêjeyê de, nexasim wêjeya Kurdî ku di dîrokê de li dijî wê siyasetên qirkirin û bişaftinê hatine meşandin. Dûrî rewşa herêmê ya di dema niha de, ev mihrîcan gaveke baş e ji bo bipêşxistina wêjeyê.”
ANHA/QAMIŞLO