Li Qamişloyê çalakiya roja yekemîn a Mihrîcana 7’an a Kurteçîrokên Kurdî bi beşdarbûna 24 nivîskaran doh dest pê kir.
Mîhrîcana 7’an bi diruşma "Çîrok bang e, xwenasîn û vedeng e" li Hola Zana ya Qamişlo dest pê kir. Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê mihrîcana organîze dike.
Di mihrîcanê de rewşenbîr, nivîskar û helbestvan, her wiha endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser amade bûn. Ji tevahiya Kurdistanê, 24 nivîskarên li gorî şert û mercên mihrîcanê û li gorî peyama çîrokê beşdar bûn. Mihrîcan dê heta 5’ê Tîrmehê dewam bike. Di roja dawî de 3 kurteçîrokên herî baş wê werin xelatkirin.
Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê ji 2014’an ve salane mihrîcanê ji bo vejandina kurteçîroka Kurdî li dar dixe.
ANHA/QAMIŞLO