Çalakiyên Mihrîcana 7’an a Kurteçîroka Kurdî ya ku Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê di 1’ê Tîrmehê de bi diruşma"Çîrok bang e...xwenasîn û vedeng e" li dar xistiye, bi dawî bûn.

Nivîskarê Kurd Merwan Berekat xelata yekemîn a Mîhrîcana 7’an a Kurteçîroka Kurdî wergirt û diyarî koçberên Efrînê kir.

Di 5 rojên mihrîcanê de ku li hola Zana ya bajarê Qamişloyê hate lidarxistin, 40 kurteçîrok hatin xwendin. Nivîskar li gorî şert û mercên Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê danîne, beşdar bûn.

Di çalakiyên roja dawî de 5 nivîskaran kurteçîrokên xwe xwendin.

Komîteya nirxandinê ya ku ji nivîskar, rexnegir û nivîskarên ji çar parçeyên Kurdistanê pêk tê, kurteçîrok nirxandin û 3 kurteçîrokên herî baş hatin xelatkrin.

Nivîskarê ji bajarê Efrîna dagirkirî Merwan Berekat li ser kurteçîroka xwe ya bi navê "Gulfiroş" xelata yekemîniyê wergirt, nivîskar Kerem Tokoglu û nivîskar Lema Elî  xetala duyemîniyê wergirtin û nivîskar Qado Şêrîn xelata sêyemîniyê wergirt. 

ANHA/QAMIŞLO