• Mihrîcana Wêjeyî ya Kobanê dewam dike. Gelek helbestvan beşdar bûn û panelek hate lidarxistin.

Mihrîcana Wêjeyî ya Kobanê dewam dike. Gelek helbestvan beşdar bûn û panelek hate lidarxistin.

Di roja duyem a mihrîcanê de şevbihêrkeke wêjeyî hat lidarxistin û gelek helbestvan beşdarî şevbihêrkê bûn. Her wiha panelek jî hat lidarxistin. Helbestvan Bahoz Şakir, Aras Hiso, Xalîsa Hesen û Evîn Teyfûr helbestên xwe yên bi Kurdî û Erebî xwendin.

Piştî xwendina helbestan, beşdaran serdana pêşangeha pirtûkan a li hola navenda Baqî Xido ya Çand û Huner kir. Di vê pêşangehê de, pirtûkên weşanxaneyên Meda, Ava, Bindarok, Neqş û Şilêr hatine nîşandan. Piştre panela bi navê “Sînema û girîngiya wê” ji aliyê hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Kobanê Ehmed Dalî û sînemager Azad Evdikê ve hate birêvebirin.

Di panelê de Azad Evdikê got, “Sînema pirr girîng e, ew weke oksîjîna civakê û çekeke bibandor e, ji ber wê jî ew dîroka civakan e ku em dikarin bi rêya wê zehmetî û zordariya ku rastî civakê tên, bînin ziman.”

Azad Evdikê wiha pê de çû: “Pêwîstiya me bi kadroyên sînemayê heye. Gelek dixwazin bi derfetên xwe yên besît tev li sînameyê bibin, ev gaveke pirr girîng e.”

Di dawiya panelê de dîroka sînemayê û derketina wê li herêmên Kurdî hate nîqaşkirin.

ANHA/KOBANÊ