Mîhrîcana Aştiyê destpê kir

Nûçeyên Çand/Huner

În 12 Tîrmeh 2024 - 00:36

Ji 2019’an ve her sal li kantonên Reqa û Tebqayê Mîhrîcana Aştiyê ya Çand û Hunera Zarokan tê lidarxistin. Mîhrîcan ji aliyê desteyên çand û hunerê yên her du kantonan  ji bo destekdayîn û pêşxistina behreyên zarokan, ji aliyê desteyên çand û hunerê ve tê organîzekirin. Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Tebqayê 10’ê Tîrmehê roja yekemîn a lidarxistina 5’ê Mîhrîcana Aştiyê ya Zarokan diyar kir. Mîhrîcan 3 rojan li ser dika navenda Şehîd Musena Ebdulkerîm a bajarê Tebqayê tê lidarxistin. Di mîhrîcanê de stranên stranên foklorî û şano yên çand û kevneşopiya Tebqayê vedibêjin tên nîşandan. Her wiha pêşangehên wênexêz û kardestiyên zarokan jî tên vekirin.

Li gorî agahiyên ku hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Tebqayê Elî El Elaya dane 650 zarok bi hunerên xwe beşdarî mîhrîcanê bibin. El Elaya got:"Komên ku beşdarî mîhrîcanê dibin perwerde û provayên xwe dibînin. Zarok jî xêz û kardestiyên xwe di mîhrîcanê de nîşan dibin."

ANHA/TEBQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.