Mihrîcana Arîn a Şanoyê bi dawî bû

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 14 Cotmeh 2024 - 00:28

Desteya Çandê a kantona Firatê û TEV-ÇAND di 5'ê Cotmehê de ku salvegera fermandara YPJ'ê Arîn Mîrkan e, 3'emîn Mihrîcana Arîn Bisik û Zulfên Aştiyê destpê kir.

Mihrîcana ku li navenda Çand û Hûnera Baqî Xido birêve çû, komên ji Kobanê, Minbic, Hesekê, Heleb, Efrîn, Şehba û Reqayê beşdar bûn.  Di dirêjahiya 7 rojan de şanoyên Komediya 7 Rojan, Serpêhatiya Mamlûk Cabir, Mûm Û Çira, Guhertin, Dawet, Kurdistan, Dadgeha Wîjdanê, Semakerên Goran, Xanima Nîgargehê, Çeper û Xewna Xûnî  hatin pêşan.

Mihrîcana ku di bin dirûşmeya "Şano nasnameya hişmendiya civakê ye" hat lidarxistin, bi şahiyeke girseyî ku bi dehan şanoger, lîstikvan, derêhêner, hûnermend û gel lê amedebûn bi dawî bû.

Şahiyê bi pêşkêşkirina sikêçekê ku pênaseya mihrîcanê kir, destpê kir. Piştî  deqeyek rêzgirtin hîn axaftin hatin kir ku paşê konsereke ji stranên Kurdî, Erebî û Çerkezî hûnera xwe pêşkêş kirin.

Herî dawî jî dayîka Arîn Mîrkan, komîteyên amadekar, Desteya Çandê, TEV-ÇAND û hemû komên beşdarî mihrîcanê bûn, hatin xelatkirin.

NÛJINHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.