Mîhrîcan amûra qirkirina çandî ye

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 20 Tîrmeh 2024 - 00:23

Li Deşta Laleşê ya li qûntara Çiyayê Kato ya navçeya Elkê ya Şirnexê mihrîcana Berxbirê ya bi sedan sale ku weke kevneşopiyeke kevnare tê zanîn her dem bi hinceta "Ewlehiye" dihat qedexekirin. Di salên berê de mihrîcana Berxbirê bi tevlibûna bi hezaran kesan û beşderiya hunermend û dîwana dengbêjan dihate lidarxistin. Xelkê ku tevlî mihrîcanê dibûn rojên xweş û keyfxweş derbas dikirin. Lê belê di salên berê de mihrîcana ku ji bo pêşxistina çanda Kurd dihat lidarxistin niha ji aliyê desthilatdariyê ve weke amûrekî qirkirina çandî ya Kurd tê lidarxistin. Mihrîcan îsal jî ji aliyê şeredariya AKP'ê û qeymeqamiya navçeyê ve  tê lidarxistin. Xelkê navçeyê dibêje ku ev mihrîcana AKP û qeymeqamî li dar bixe, ne li gorî ruhê mihrîcanê ye. Mîhrîcana ku wê îsal di navbera 19-21'ê tîrmehê de ji aliyê şaredariya AKP'ê û Qeymeqamiya Elkê ve bê lidarxistin stranbêjên weke Selçûk Balcî yên ne li gorî çand û hûnera herêmê dê beşdar bibin. Hevseroka Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Fatma Tunç diyar kir ku armanca mihrîcanê pêşxistina asimilasyona çandî ye û got:"Hem li Elkê, hem li Cizîr û hem jî li Şirnexê me mihrîcanên cur bi cur li dar dixistin. Me bi van mihrîcanan dixwest ku ziman û çanda xwe li pêş bixin. Me di mihrîcanan de bi beşdariya dîwanên dengbêj û hûnermendên kurd konser saz dikirin. Gelê me bi reng, ziman û çanda xwe beşdarî wan mihrîcanan dibû. Lê paşê ev mihrîcan bi hincetên 'Ewlehiyê' hatin qedexekirin. Niha jî mihrîcana gelerî ya çanda me, bi destê wan ji bo ji holê rakirina çand û zimanê me tê bikaranîn."

Tevlî nebin!  

Tunç anî ziman ku divê gel li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê baldar be û got:“Armanca pergalê ew e ku ziman û nasnameya me ji holê rake. Li dijî vê jî pêwîste gelê me zêdetir xwedî li  ziman û çanda xwe derbikeve û biparêze. Divê em beşdarî van festîvalan nebin û nebin parçeyek ji van polîtîkayên asîmîlasyonê. Hunermendên xwe tînin û konseran didin. Bi vî awayî dixwazin gelê me çand û hunera xwe ji bîr bikin. Li aliyê din divê gelê me beşdarî mîhrîcaneke ku ne ya wan e nebe. Divê mihrîcaneke bi vî rengî qebûl nekin. Çiya û deştên me qedexe ne. Dema em dixwazin mihrîcaneke li dar bixin bi hincetan tên qedexekirin. Lê ji bo gelê me asîmîle bikin û çanda me ji holê rakin mihrîcanên wiha li dar dixin. Bila gelê me li dijî vê yekê hişyar be û nebin perçeyekî lîstikên dewletê."

MA/MAHMUT ALTINTAŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.