Mihemed Arif Cizîrî zarok bû kete hepsê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Yekşem 17 Kanûn 2023 - 00:04

Roja 17´ê Kanûnê, salvegera wefata hunermend Mihemed Arif Cizîrî ye. Ew para bêhtir bi gotina stranên eşq û evîna dilan tê nasîn. Mefer Kurdil jî xwedê dizane ji ber wê, bi nivîskar û lêkoler Konê Reş re li ser beşeke jiyana Mihemed Arif Cizîrî peyiviye. Hevpeyvîn ji mêj hatiye kirin: Li Qamişloyê 30’ê Cotmehê ya sala 2022´an*. Di wê hevpeyvînê de yek ji mijaran hîna di 13 saliya xwe de girtina Mihemed Arif Cizîrî ye; Konê Reş li ser mijarê dibêje, “Mihemed Arif Cizîrî yan jî Cizrawî, ev ê ku ji berî 108 salan ve (Havîna1912), li bajarê Cizîra Botan, taxa Mîr Elî çêbûye û wek tevahiya zarokên Cizîra Botan, ji bav û kalên xwe, fêrî çîroka Memê Alan û serboriyên Mîr Bedirxan û kurên wî bûye … Di sala 1925’an de, piştî têkçûna şoreşa Şêx Seîd Efendî li Diyarbekirê, Mihemed Arif jî bi gunehê kurdewariyê digel gelek xelkê Cizîrê hat girtin û zindankirin û çar sal ji temenê xwe di zindana Amedê de derbas kirin. Anku dikarim bibêjim; girtina wî polîtîkî bû.”

Mihemed Arif Cizîrî, hingê piştî 4 salan dikeve ber efûya giştî û 17 salî tê berdan. Ji ber feqîriyê, ew berê xwe dide Zaxoyê, û ji wir jî çûye Dihokê. Wî hem weke şêxik, karê sinetê kiriye û hem jî li “koçk û dîwanên axaler û begleran” stran gotine. Heta paşê li Dihokê restoranekê jî vedike. 

 

Qedirzanîna huner?

Li ser tohmetên, netewînebûna stranên Mihemed Arif Cizîrî jî, Konê Reş behsa anektodeke ku Seîd Ûsiv jê re gotî dike:  “Carekê rehmetiyê Seîd Ûsif ev serpêhatiya xwe û Dr. Kamîran Bedirxan ji min re got: Di sala 1971´ê de Mîr Dr. Kamîran Bedirxan ji Parîsê hat Beyrûtê. Ez jî, di nav Kurdên Libnanê çûm pêşiwaziya wî û em di civata wî de kom bûn. Dema ku kêfa xwe ji min re anî, yekî ji civatê jê re got; Mîrê min! Seîd Ûsif stranên netewî nabêje..?! Mîr Kamîran beşişî û lê vegerand: Kurê min! Dema dibêje; Girê Sîra bi sîr e, ew Kurdistan e.” 

Axir bi vê gotinê, bersivê dide gotegoteke li ser Mihemed Arif Cizîrî; xwedê giravî Mele Mistefa Barzanî, gava Mihemed Arif Cizîrî jê xwestiye wî weke Bilbilê Kurdistanê ragihîne, Mele Mistefa jê re gotiye, “tu ne bilbilê Kurdistanê yî, tu bilbilê eşq û meşqê yî”. Bi ya Konê Reş, diyalogeke wiha hebûye, lê ew jî bi wî rengî bûye, ku Mele Mistefa ji bo daxwaza Mihemed Arifê Cizîrî gotiye, “Tu bilbilê Xifşê yî”. Bi her halî, heger Mele Mistefa Barzanî ji Mihemed Arif Cizîrî re ev gotin kiribin; ev gotin ji Mihemed Arif Cizîrî bêhtir, li ser xisleta Mele Mistefa Barzanî, agahiyan didin me ku bi diyar e bi qedrê huner nezaniye.

* Hevpeyvîn di malpera www.welateme.com de bi sernivîsa “Ez û Konê Reş û Mihemed Arif Cizîrî” hatiye weşandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.