Mifteya serkeftinê yekîtî ye

Duşem 14 Tîrmeh 2025 - 15:30

  • Pêşmergeyê Dêrîn Mihemed Hemze da zanîn çekberdana PKK’ê ne nîşana tirsê ye, nîşana baweriyê ye ku armancên wê hatine bidestxistin û got:” Mifteya serkeftinê yekîtî ye.” 

Di çarçoveya banga Rêber Apo ya 9’ê Tîrmehê de, 11’ê Tîrmehê li Şikefta Casene ya gundê Surdaş a navçeya Dukan a Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê bi merasîmekê ku Hevseroka Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat jî di nav de bû, Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 kesî pêk dihat, çekên xwe şewitandin û niyeta xwe ya ji bo çareseriya aştiyane nîşanî hemû gelan û cîhanê dan.

Mihemed Hemze li ser pêngava dîrokî ya gerîlayên azadiyê ya îmhakirina çekan wiha axivî: “PKK ne ji kêfxweşiyê, lê li ser bingeha zilma kûr a ku di tevahiya dîrokê de li ser gelê Kurd hatiye kirin, hate damezrandin. Ger PKK rojekê çekan deyne, ev ne nîşana tirsê ye, nîşana baweriyê ye ku armancên wê hatine bidestxistin. Divê pabendbûnek navneteweyî hebe ji bo garantîkirina mafên Kurdan.”

Mihemed Hemze ku xwe wekî alîgirê yekîtiya niştimaniya Kurdistanê da nasîn, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku PKK hêzek xwedî ezmûn e  û got: “Ez ne PKK’yî me, lê ez ê rastiyê ji we re bêjim. Ew ne şerxwaz in, lê ew ji bo aştî û serkeftinê şer dikin. Di vê qonaxê de tişta herî girîng ew e ku Kurd yekdeng, yekgirtî û mil bi mil bin. Ji ber ku ev mifteya serkeftinê ye.” RANYA-ROJNEWS

 

* * *

Bang hemû Kurdistanê eleqeder dike

 

 

Hevseroka Însiyatîfa Gel a Ji Abdullah Ocalan re Azadî Ayşe Efendî der barê banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivî û got:”Çareseriya pirsgirêka Kurd tenê Bakurê Kurdistanê eleqder nake. Her çar parçeyê Kurdistanê û hemû cîhanê eleqeder dike. Divê her kes ji bo çareseriyê hewl bidin.”

 Banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû cîhanê deng da. Di 9’ê Tîrmehê de Rêberê Gelê Kurd bangek nû kir û bi hemû gelên cîhanê re kelecan afirand. Hevseroka Însiyatîfa Gel a Ji Abdullah Ocalan re Azadî Ayşe Efendî der barê banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivî û got bi saya paradîgma Abdullah Ocalan pergalek nû li Rojava hatiye afirandin.

Ayşe Efendî da zanîn ku beriya 27’ê Sibatê gel 15’ê Sibatê de daketiye qadan û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daxwaz kirine û got: “Abdullah Ocalan 27’ê Sibatê de bang kir. Nîşan da ku divê gelê Kurd hêviya xwe winda neke. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e. Gelê Kurd û Rêber Apo girêdayê hev in. Banga 27’ê Sibatê destê ji bo aştiyê hatiye dirêjkirinê ye."

Ayşe Efendî daxuyakirin ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe û wiha dirêjî dayê: “Divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin. Gel vê dipê. Tecrîda li ser serokatiyê hîna didome. Rêber Apo xwe azad kir, gel Rêber Apo azad kir. Çareseriya pirsgirêka Kurd tenê Bakurê Kurdistanê eleqder nake. Her çar parçeyê Kurdistanê û hemû cîhanê eleqeder dike. Divê her kes ji bo çareseriyê hewl bidin.”

Ayşe Efendî destnîşan kir ku ji ber banga bi dîmen a Abdullah Ocalan ya 9’ê Tîrmehê kêfxweş in û wiha dawî lê anî: “Çavên me ronî. Me Rêber Apo dît. Me başî û tendurisitya wî dît ku di cih de ye. Bila çavê gelê Kurd çavê hemû cîhanê ronî be.”  JINNEWS/WAN/NAZLICAN NÛJÎN YILDIZ 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.