Li keleha dîrokî ya Xarpêtê, midbexeke 1000 salî hat dîtin. Li gorî texmînan, ew midbex heta sala 1860´yî jî hatiye bikaranîn.
Keleha Xarpêtê di Lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê de ye û lê xebatên vekolînê dewam dikin.
Di encama xebatên kolana arkeolojîk li Keleha Xarpêtê de midbexeke hezar salî hat dîtin.
Di wê midbexê de xwarin ji bo mîr û xatûnên kelehê û berpirsên wê serdemê dihat çêkirin.
Herweha firax û kûzên wê demê û hestiyên sewal û dewaran jî li mekanê vê midbexê hatine dîtin.
Berpirsên kolana Keleha Xarpêtê got, wan gelek firax û kelûpelên din ên serdemên Bîzans, Artukî, Selçukî û Osmaniyan jî dîtine.
Heta 1860î hatiye bikaranîn
Serokê tîma kolana arkeolojîk a li Keleha Xarpêtê, Prof. Dr. Îsmail Aytaç got, beşa midbexê ya Keleha Xarpêtê, beriya qederê hezar salî hatiye çêkirin.
Di nava midbexê de firax û kûzên wê demê û hestiyên sewal û dewaran hatine dîtin.
Prof. Dr. Îsmail Aytaç herwiha daye zanîn ku li vê derê 8 tenûr û 2 beşên xwelîdank jî hatine dîtin: “Yên ku di nav hev de ne, hene. Di nav van de hestiyên sewal û dewaran hatin dîtin.”
Keleha Xarpêtê heta salên 1860´î şên bû, lê bi avakirina bajarê nû re li nêzîkê kelehê xelk ji kelehê derket û li bajarê nû bi cih bû.
Hikûmeteke Kurd bû
Prof. Dr. Îsmail Aytaç, gava behsa dîroka kelehê dike, dibêje, “Me firax û kelûpelên din ên serdema Bîzans û mîrektiyên Ertûqî û Selçuqî û serdema Osmaniyan dîtin. Li gorî texmîna me ev midbex heta 1860´î hatiye bi kar anîn.”
Ji bo profesorê ku karmendê dewleta Tirk e, helbet, kurdbûna mîrektiya ku keleh ava kiriye ne muhim e, û wekî din qet ew behsa wê yekê nake ku Xarpêt ser bi yekê ji "Hikûmetên Kurd" ên serdema Osmanî, Mîrîtiya Paloyê bûye û heta 1845´an jî hikûmeta Kurd hebûye.
Gerokê Osmaniyan, Ewliya Çelebî ji bo Xarpêtê dibêje, bajar sînorê Kurdistanê ye, av û hewaya wî gelekî xweş e û xelkê wî Kurd û Ermenî ne.
NAVENDA NÛÇEYAN