Semsûrî bi meşaleyan meşiyan

În 22 Adar 2024 - 00:35

Şêva dî li navçeya Kolik a Semsûrê meşa meşaleyî ya Newrozê hat lidarxistin. Meş, ji hêla Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hat organîzekirin. Bi sedan welatiyên li Parka Îbn-î Mîrzayê hatin gel hev, meşale pêxistin û bi pankarta “Newroz pîroz be, Rabe!” dest bi meşê  kirin. 

Di meşê de alên DEM Partiyê hatin hilgirtin û beşdaran dirûşmên “Bimre koletî, bijî azadî”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Newroz” berz kirin. 

Li her kolanê meşvan ji hêla welatiyan ve bi nîşaneyên serkeftinê û çepikan hatin pêşwazîkirin. 

Meş heta pêşiya buroya pêwendîdanînê ya hilbijartinê ya DEM Partiyê bi dawî bû. Namzetê hevşaredariyê yê Kolikê Osman Ozbek li vir bangî gel kir û spasiya hemû kesên tev li meşê bûbûn kir. Ozbek, wiha got: “Newroz, berxwedana Kawayê Hesinkar a li dijî zilmê ye. Newroz, li Zindana Amedê berxwedana li dijî zilmê ye. Newroz, berxwedana gelê Kurd a li dijî zilmê ye. Newroz, demokrasî ye, yekitî ye û hêza hevgirtinê ye.” 

Gotinên Ozbek gelek caran bi dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hate birîn. Di çalakiyê de dahol û zirne hatin lêxistin û welatiyan li ber stranên kurdî govend gerandin. 

Ji bo Mazlûm Dogan agir pêxistin

Duh bi şev li navçeya Gever a Colemêrgê jî Newroz hate pîrozkirin. Ciwanên ku hatin cem hev, ji bo bîranîna Mazlûm Dogan ku bi sê zilikên şixarteyê Newroz pîroz kiribû, agirê Newrozê pêxistin û fîşekên hewayî teqandin.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.