Meşa Azadiyê gihaşte Newala Qesaban

Duşem 12 Sibat 2024 - 00:02

  • Meşa Rêwiyên Azadiyê gihaşte Newala Qesaban a Sêrtê. Rêwiya Meşa Azadiyê Newroz Uysal got heta ku tecrîda li ser Rêber Ocalan ranebe wê ti krîzên li Tirkiyê çareser nebin. Salih Kuday li Newala Qesaban got,’’Ji gornên me jî ditirsin.’’ Li Serêkaniyê jî hate gotin tecrîdê tevahiya qadên jiyanê daye ber xwe.

Baskê Meşa Mezin a Azadiyê yê Qersê piştî bîranîna li Newala Qesaban gihişt navenda Sêrtê. Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Qersê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û ji Kurdistanê re statû hatiye destpêkirin, gihişt Sêrtê. Rêwiyên Meşa Azadiyê sere sibehê çûn navçeya Ziyaretê. Piştî ziyareta turbeyê, li navçeyê meşek hate kirin. Meş, bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate kirin. 

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Arslan piştî meşê axivî û got,’’ “Tecrîd tesîra xew li ser me hemûyan dike. Heta ku ev tecrîd ranebe  ne krîzên aborî ne jî yên din wê çareser nebin. Ji bo ev krîz bi dawî bibin û gelê me bi aramî bijî em vê meşê dikin.’’

 Ji gorên me jî ditirsin

 Rêwiyên Azadiyê piştre jî derbasî Newala Qesaban bûn, ku goristana komî lê ye. Kesên di gora komî de hatin bibîranîn. Parlamentera DEM Partiyê Sebahat Erdogan bertek nîşanî avakirina avahiyan a li Newala Qesaban da. Salih Kuday jî wiha got: “Em li gelek cihên ku êş lê hatine kişandin geriyan. Xwezî ev êş bi me nedabûna kişandin û em jî mecbûr nemabûna ku li van deveran bigerin. Kirin ku dayik bi hesreta dîtina parçeyeke hestiyê zarokên xwe bijîn. Dema dayikek li hestiyên zarokê xwe digere, hestiyên 8 kesên cuda hatin dîtin. Wê dayikê digot ji vir bêhna zarokê min tê. Ne tenê zarokê wê dayikê, gorên nêzî 400 kesan li vir in. Niha jî dixwazin li ser van hestiyan vîlayan ava bikin. Dawiya vê zîhniyeta dixwaze van avahiyan li vir ava bike nêz e. Ne tenê ji kesên kuştin, ji dayikên wan jî tolê dihilînin. Ji gornên me jî ditirsin.” 

Helbesta Apê Mûsa hate xwendin

Aslan a DEM Partiyî helbesta rewşenbîrê Mûsa Anter a ji bo Newala Qesaban nivîsandî xwend. Li cihê newalê dirûşma “Şehîd namrin” hatin berzkirin û beşdaran qurnefîl danîn wir. Di bîranînê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan jî kevok hatin berdan. 

Rêwiyên Azadiyê piştre jî derbasî navenda Sêrtê bûn. Li vir bi sedan kes tev li meşa azadiyê bûn

Serêkaniyê got,’’Rêberê Azad, Welatê Azad’’

Baskê Wanê yê Maşa Azadiya Mezin li Serêkaniyê ya Rihahê, li Parka Sê Şitl (‘’Üç Fidan’’) bi coşiyeke mezin hatin pêşwazîkirin. Rêwiyên Azadiyê û gel bi hev re bi dirûşmên ‘’Bijî berxwedana zindanan’’,’’bijî berxwedana Imraiyê’’,’’Bijî Serok Apo’’ meşiyan. Di meşê de pankarta bi nivîsa ‘’Rêberek azad, welatek azad’’ hate vekirin. Ji 7 salî heta bi 70 saliyan mirov di meşê de hazir bûn û meş bi rengiya xwe heta bi avahiya DEM Partiyê, bi pêşwazîkirineke bi dilgermî dom kir.

Werin em statûyê qebûl bikin

Li avahiya DEM Partiyê Wekîlê Amedê Ceylan Akça Cupolo bal bire ser tecrîda li ser Rêber Ocalan û got,’’Îro sedsala 2’yan a Komarê ye. Em dibêjin,’’Vîna aştiyê li vir e, li Imraliyê ye. Em hazir in.’’ Em bang li dewletê dikin ku dîsa were ser masê. Em bang dikin ku çareseriya bi aştiyane ya pirsa Kurd, statûyên sereke biaxivin, nîqaş bikin û van qebûl bikin. Rêya me rêya azadiyê, rêya yekîtiyê ye.’’Namzetê Hevşaredariya Serêkaniyê Ugur Kahraman jî destnîşan kir tecrîd sûcê dijî mirovahiyê ye, divê demildest dawî li tecrîdê were û got,’’Divê bi Rêber Ocalan re hevdîtin were kirin. Bi vê çarçoweyê têkoşîna me wê bidome.’’ Namzeta Hevşaredariyê Rahşan Yazar jî got,’’Tecrîda ku li Imraliyê dest pê kiriye li hemû hêlên jiyanê belav dibe. Tevahiya civakê dide ber xwe. Ev dijî hiqûqa gerdûnî ye. Her wiha li dijî hiqûqa Tirkiyê ye jî. Em diwazin ku dawî liv ê were. Em tecrîdê naxwazin.’’

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.