Bila deriyên sînor bên vekirin

În 6 Sibat 2026 - 03:42

Dayikên Aştiyê ku tevli şîna şervanên HSD’ê yên li Çilaxa di êrîşa DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan bûn bang kirin ku divê deriyên sînor ên Rojava demildest bên vekirin û alîkarî bigihêjin cihê xwe.

HTŞ û çeteyên girêdayî Tirkiyeyê di 6’ê Çileyê de li dijî Rojavayê Kurdistanê êrîş dan destpêkirin û jiyana hevpar a li Rojava hedef girtin. Piştî berxwedana li dijî êrîşan şûnde di 30’yê Çileyê de di navbera Hêzên Demokratîk yên Sûriyeyê (HSD) Û HTŞ’ê de agirbest û peymana entegrasyonê hat îmzekirin. Tevger li herêmê didome û hîna jî ji bo alîkarî bigihêjin Kobanê deriyên sînor nehatine vekirin. Gelê ku li her çar alî daketin qadan daxwazên xwe û bangên xwe yên ji bo Rojava didomînin.

Di êrîşa HTŞ û çeteyên hevkarên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek şervan û welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Li herêma Çilaxa di 26’ê Çileyê de di êrîşa ku HTŞ’ê kir de şervanê HSD’ê Delîl Elkatmiş jiyana xwe ji dest da. Ji bo Delîl Elkatmiş li gundê Kadikoy a Wêranşar a Rihayê şîn hat danîn. Dayikên Aştiyê di şînê de axivîn û diyar kirin ku divê demildest deriyên sînor bên vekirin.

Îslîm Demîr da zanîn ku divê deriyên sînor bên vekirin û TIR’ên alîkariyê bigihêjin cihê xwe û wiha vegot: “Rojava bi dijminekî ku baweriya wan tune ye re rû bi rû ye. Em naxwazin zarok ji birçîna, tîna bimrin. Zarokên me dikujin û ji cihên bilind diavêjin. Divê ev şer raweste. Em aştiyê dixwazin. Lê mixabin pêvajoya aştiyê dixitime. Em diçin sînor deriyan venakin. Em şehîdan didin lê em biçin ku derê qedexe ye. Nahêlin şehîdên me bên. Bila alîkariyên ji bo Rojava bigihêjin cihê xwe. Ji vê zilmê re êdî bes e.”

Menekşe Kanbag daxuyakirin ku divê hemû Kurdistan ji bo Rojava rabe ser piyan û got wê dest ji armanca yekitiyê bernedin. Menekşe Kanbag wiha bi lêv kir: “Zarokên me li Rojava ji sermayê dimrin. Bila deriyên sînor demildest bên vekirin. Bila alîkarî bigihêjin Rojava. Divê gelê Kurd rabe ser piyan û xwedî li têkoşînê derkevin.”

Bedriye Ulutaş jî wiha bi lêv kir: “Me qetil dikin ji avahiyan de davêjin. Dixwazin Kurdan tune bikin lê em heta mirinê hene û em ê hebin. Em heta dawî li pişt doza xwe ne. Em ligel Rojava ne.”

JINNEWS / RIHA / EVÎN ÇÎFTÇÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.