Em dixwazim qadên azadiyê hebin

În 27 Kanûn 2024 - 02:45

Êrîşên li hember Rojava her diçin zêde dibin û jinên Amedê bertek nîşanê êrîşan dan. Jinan dan zanîn ew dixwazim aştî û wekhevî pêk were û gotin:"Em dixwazim bêtir qadên azadiyê hebin."

Tirkiye û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) ya girêdayê wê li hember gelê Rojava êrîşên xwe roj bi roj berfireh dike. Li herêmê gelek kes hatin qetilkirin û gelek cih hatin dagirkirin. Ev êrîş didomin û serokê Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê (QSD) Mazlum Ebdî di 11’ê Kanûnê de daxuyakirin ku agirbest pêk anîne. Lê Tirkiyeyê guh neda vê biryarê û komkujî û îşkenceyên xwe domand. Di vî şerî de yên ku bêguman herî zêde bi bandor dibin xebatkarên çapemeniyê ne. Di 19’ê Kanûnê de rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku nûçe dişopandin ji aliyê Tirkiyeyê ve bi SÎHA’yê hatin qetilkirin. Bertekên li dijî êrîşan ji her derê cîhanê didomin.

Li Amedê jinan der barê êrîşên li hember Rojava de nirxandin kirin.

Ayşe Karataş: Bi rastî ev rewş gelek xemgîn e, divê dawî li vî şerî bînin, bila êdî bi dawî bibe. Divê êdî ev mirov xemgîn nebin, mexdûr nebin û nemirin. Helbet ez wek mirov naxwazim kes xemgîn bibe, bila kes negirî û bila kes nemire. Divê dewlet li şûna ku berjewendiyên xwe misoger bikin, aştiyê pêk bînin.

Fîlîz Salîhoglu: Bila şer raweste, her kes here welatê xwe. Yanî ez qetlîamê bi tu awayî baş nabînim, tehemûl nakim. Em kuştina du rojnamegeran şermezar dikin. Em şer bi her awayî şermezar dikin.  Bila şer rawestin.

Aynur Zehra Şîwa: Em naxwazin malên me ji nû ve bên hilweşandin. Em dixwazin şer bi dawî bibe, lê şer dîsa dest pê kir. Dema em hatin vir ji bo me hestekî pir xerab bû. Dema me bihîst ku dîsa şer dest pê kiriye em gelekî xemgîn bûn. Daxwaza min yekane ew e ku hemû kes bên cem hev û li dijî vê yekê rabin ser piyan. Werin em hemû bibin yek.

Fatma Şîwa: Em dixwazin her tişt baş be, şer bê rawestandin û em vegerin. Bila dayik negirîn, zarok sêwî nemînin. Ger şer bi dawî bibe em dixwazin vegerin. 

Dîlan Uvat: Ez ji ber qetilkirinên jinan gelek xemgîn dibim. Li Rojava jin tên qetilkirin û malên wan tên xerakirin. Cihê wan tune ye ku herin. Ez dixwazim aştî û wekhevî pêk were. Ez dixwazim bêtir qadên azadiyê hebin."

JINNEWS/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.