Meşa Azadiyê çarenûsa Kurdan e

Sêşem 13 Sibat 2024 - 01:55

  • Meşa Azadiyê ya Mezin êdî ber bi fînalê ve diçe. Qonaxa Meşa Azadiyê îro Şemrex a Mêrdînê û Êlih bû. Rêwiyê Azadiyê Cemîl Çîçek li Êlihê got: Xeyaleke şoreşgerên Kurd heye û ew jî jiyana li gel Ocalan e. Çîçek her wiha got Meşa Azadiyê heta statûya Kurdistanê wê bidome.

'Meşa Mezin a Azadiyê' ya Rêwiyên Azadiyê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di 1'ê Sibatê de destpê kir, kete roja 12'an. Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civakî yên demokratîk ên li baskê Wanê yê meşê, li navçeya Şemrex a Mêrdînê meşa xwe dewam kirin. Rêwiyên Azadiyê di navbera Dêrik û Şemrexê de li herêma bejahî dest bi rêwîtiya xwe kirin. Rêwiyan demekê govend gerandin û piştre derbasî nava bajêr bûn.

Rêwiyên Azadiyê li rawestgeheke petrolê ya li bajêr bi dahol û zirneyê hatin pêşwazîkirin. Di nava girseya gel de gelek jin hazir bûn. Gelek kes bi kincên neteweyî tevlî pêşwaziyê bûn. Girseya gel qurnefîl dane rêwiyan û demeke dirêj govend gerandin.

Karwanê Meşa Azadiyê piştre tevî girseya gel heta qada bajêr meşiya. Di meşê de bi dirûşmeyan hate gotin "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana zindanan". Li ser rêya meşvanan girseya gel bi nîşaneya serketinê û çepikan meşvan pêşwazî kirin. Parlamentera Mersînê ya DEM Partiyê Perîhan Koca di meşê de axivî û got, "Ji bo aştiyeke mayinde, wekhevî û azadiyê dimeşin. Ev meş li dijî tarîtiyê meşa vekirina rêya komara demokratîk e. Ji ber vê yekê meşa qewirandina tarîtiyê ye, peydakirina rêyeke nû ye. Meşa diyarkirina çarenivîsa gelê Kurd e. Meşa 'Êdî bes e' ya dayikên aştiyê ye. Meşa gelê Kurd e ku berdêlên herî giran daye."Perîhan Koca bal bire ser greva birçîbûnê ya li girtîgehên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û Tirkiyeyê û got, "Silav ji berxwedêrên greva birçîbûnê re ku hewl didin bibin deng ji aştiyê re. Silav ji Nobeda Edaletê re ku bi pêşengiya Dayikên Aştiyê tê meşandin. Em ê aştiyê bi hev re ava bikin."

Namzetên Hevşaredariya Şemrexê ya DEM Partiyê Hamdîn Demîr û Kûdret Ûçûk jî Rêwiyên Meşa Azadiyê silav kirin û gotin,"Heta ku ev pirs bê çareserkirin meş wê dewam bike. Dem dema azadiyê ye."

Kurd bi nirxên xwe hene 

Baskê Qersê ku sibe wê li Amedê be îro li Êlihê bi coşî û dilgermiyeke mezin li têketa bajêr hate pêşwazîkirin. Gel bi kulîlk û xetîreyan Rêwiyên Azadiyê pêşwazîkirin û fîşekên hewayî li pêşiya wan teqandin.Ji meşê dengê dahol, zirne û erbaneyan kêm nebû. Rêwiyên Azadiyê li Êlihê bi pankarta,’’Em ber bi wê azadiyê ve dimeşin ku roj lê naçe ava û kulîlk lê naçilmisin’’ û ‘’Roj bilind dibe, Kurdistan azad dibe’’ hatin pêşwazîkirin. Wekîlê DEM Partiyê Cengîz Çîçek li vir axaftinek kir û got,’’Xeyaleke şoreşgerên Kurd heye.Kurd bi hêjahiyên xwe hene û wê bi hejahiyên xwe re hebin. Ev hêjahî jî Rêzdar Abdullah Ocalan e. Ev meş ji bo çareseriya pirsa Kurd û ji bo azadiya Rêzdar Ocalan e. Ev 3 sal in em ji Imraliyê ti xeberê nastînin. Em bang li wan kesan dikin ku dibêjin ev dewleta hiqûqê ye; ev meş meşa dadmendiyê ye. Gelê Kurd li ser van xakan dadmendiyê dixwaze, dixwaze hurmet ji hêjahiyên wê re were girtin. Her devera Kurdistanê qeyûm in, bi gorên komî tije ye. Em bang li statûkoparêzan, înkarkiran û asîmîlasyongiran dikin, nasname û rûmeta me ye. Bila dost û dijmin zanibin ku em dev ji rûmeta xwe naqerin. Ev meş her wiha meşa azadiyê ye. ‘’

Ev meş heta statûya Kurdistanê ye

Çîçek bi berdewamî got,’’Xaka Kurdistanê wê bibe xaka azadî û wekheviyê. Ev meş meşa geşkirina têkoşîna demokrasiye û 31’ê Adarê qewirandina qeyûman e. Ev meş ne ya dawî ye û startek e. Bi salan e ku em li dijî faşîzmê dimeşin. Heta ku rêzdar Ocalan ji hêla fizîkî ve azad bibe, Kurdistan bibe xwedî statû, bi deh hezaran em ê bimeşin. Serfirazî ya Kurdistaniyan e.’’

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.