MezoLinx filmên Kurdî dixe bazarê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 18 Gulan 2021 - 05:58

MezoLinx, ji Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîkayê filmên ku di festîvalan de hatine nîşandan, kom dike û dixe bazarê. MezoLînx ji bo ku ji bo van filman li Skandînavya û Ewrûpayê bazarekê ava bike, hatiye damezirandin û ev demek e li ser medyaya civakî jî çalak e û xebatên xwe didomîne.

MezoLinx wek tora belgefilm, rêzefilmên belgeyî û filmên serbixwe kar dike û dixwaze di vî warî de naverokeke xurt çêke û deriyê bazara Skandînavî ji van filman re veke da ku mişteriyên Ewrûpayî jî bi hêsanî karibin xwe bigihînin van filman. 
MezoLinx herî zêde filmên ku li Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîkayê hatine çêkirin li tora xwe zêde dike. 

Her wiha kesên bixwazin filman li ser malpera MezoLinxê bibînin û temaşe bikin jî dikarin bibin abone û li ser tablet û telefonan li filman temaşe bikin û piştgiriyê bidin filmên di malperê de.

Şert û mercên abonetiya MezoLinxê li ser malpera li jêr peyda dibin;

https://mezolinx.com

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.