Xwepêşandan û boykota mamostayên nerazî yên li deverên Silêmanî, Raperîn, Helebce, Germiyan û Koyê tevî zext û gefên desthilatê jî berdewam e. Li Helebce, Koye û Raperîn ji bo daxwaza mafên xwe, mamostayên nerazî li ber Rêveberiya Perwerdeyê kombûn. Mamostayan di xwepêşandanê de ragihandin ku vê desthilatê bi awayekî bêwicdanî li gel zêdekirina bacê û nirxê pêdawîstiyan, mamostayan ji mafên wan ên herî bingehîn ku mûçeyên wan in, bêpar kirine.
Her wiha bang li hikûmetê kirin ku daxwazên wan ên tayînkirin û di dema wê de dayîna mûçeyan werin bi cih anîn.
Mamostayan eşkere kirin ku zext û gef, nikarin wan ji rêya wan na vegerîne.
ROJNEWS