Mexmûriyan tecrîd rûreş kir

Pêncşem 8 Hezîran 2023 - 14:13

Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîda girankirî û cezayê disiplînê yê li ser Rêber Abdulah Ocalan ê ku di 27’ê Nîsana 2023’ê de lê hatiye birrîn, meşeke girseyî li dar xist.

Meşê li ber Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir û heta Parka Şehîd Aryen Cûdî dewam kir.

Di meşê de dirûşmeyên ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Îmralî’ hatin gotin. 

Piştî ku meş gihişt Parka Şehîd Aryen Cûdî, ji bo şehîdan rêz hate girtin. Li ser navê xelkê wargehê, Endama Komîteya Karê Derve ya Meclîsa Îştar a wargehê Leyla Arzû Îlhan daxuyanî da.

Ji Rêber APO ditirsin

Leyla Arzû Îlhan da zanîn ku ew wek xelkê Wargeha Mexmûrê tecrîd û cezayên disiplînê yên li dijî Rêber Apo, bi tundî şermezar dikin û got; “Rêber Apo bi paradîgmaya xwe ya azadiyê, wekheviyê, alternatîfek li dijî sîstema desthilatdar da avakirin. Sîstema desthilatdar ji hêza Rêber Apo ditirse, lewma her ku diçe tecrîda heyî girantir dike. Bi hincetên bê bingeh û ne hiqûqî, cezayê disiplînê li Rêber Apo tê birrîn. Em wek gelê Kurd vê yekê qet û qet qebûl nakin.”

Li dora Rêber APO bibin xelek

Leyla Arzu Îlhan got, gelê Kurd bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo xwedî li vîna xwe derdikeve û wiha peyivî: “Em bang li gelê Kurd û saziyên navneteweyî dikîn da ku li dijî tecrîd û êşkenceya li dijî Rêber Apo, bibin xwedî helwêst. Rêber Apo xeta me ya sor e. Ji bo wê, divê tavilê tecrîd bê şikandin û dawî li sîstema êşkenceyê ya li Îmralî bê anîn. Em weke gelên xwedî wijdan û xwedî rûmet, divê li dora Rêber Apo bibin xelek û xwedî li Rêberê xwe derkevîn. Em dibêjin, kesek wê nikaribe roja me tarî bike.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan nabe’, ‘Kes nikare roja me tarî bike’ û ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.