Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê didome. Çalakger destekê didin greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê ya 27´ê Mijdara 2020’an li zindanên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê dest pê kir.

Doh di roja diduyê ya greva birçîbûnê ya li Mexmûrê de gelek sazî û şêniyên wargehê çûn serdana çalakvanan. Êvarê jî Koma Meryemxan a Kevana Zêrîn ji bo çalakvanan şevbihêrkeke dengbêjiyê li dar xist.

Beriya şevbihêrkê li ser navê Koma Meryemxan, Dayika Besê Budak got, “Hêvîdar im ev çalakiye bibe çalakiya dawiyê û bibe hêviya azadkirina serokatiyê. Em vê çalakiyê li şervanên azadiyê, hemû girtiyên azadiyê û li Serokatiyê pîroz dikin. Serkeftin ya gelê Kurd e.”

MEXMÛR