- Peykerê bi navê “Tatîk û Papîk” yek ji sembolên Nagorno-Qerebaxê ye ku ew ji bo xelkê Ermen weke avahiyeke pîroz jî tê qebûlkirin. Piştî ku hêzên Azerbeycanê Nogorno-Qerebax dagir kirin, li ser peyker bi ala Azerbêcanê wêne girtin. Vê yekê jî metirsî xiste nav dilê xelkê Ermen û niha îhtimal heye ku ev sembola çandî jî were tinekirin, weke gelek sembolên ku beriya niha hatine tinekirin.
Piştî ku leşkerên Azerbêcanê, Nagorno-Qerebax dagir kirin, bi awayekî hovane êrişî xelkê Ermen ên li wir kirin. Qederê 100 hezar insan ji cih û warên xwe qut bûn û bi ser rêyan ketin. Dîmenên hin êrişan salên 1915’an anîn bîra mirov ku wan salan jî xelkê Ermen hate qetilkirin û yên mayî jî sirgûnî Ermenistanê û her wiha deverên din ên dinyayê bûbûn. Di dema êrişên bi vî rengî de mirov ji axa xwe ya bi salan qut dibe, yanî ax nîşaneyeke girîng e ji bo xelkekî ku koçber dibe û bi perîşaniyê re rû bi rû dimîne. Her wiha di dema dagirkirinê de sînorên çavsoriyê tine ye û dagirker dikarin sembolên girîng ên dîrokî jî tine bikin. Hêzên Azerbeycanê jî ji bo dîrok û sembolên Ermenan ên li Nagorno-Qerebaxê tine bikin, êrişî avahiyên dîrokî dikin û bi vî awayî dixwazin nasnameya Ermenan ya li vir, ji holê rakin.
Li Qerebaxê jî peykerê dîrokî yê bi navê “Tatîk-Papîk” (Pîrik û Kalik) ku bi navê “We Are Our Mountains” (Em çiyayên xwe ne) jî tê zanîn, heye. Peyker li bajarê Stepanakert e û di dema Sovyetê de, di sala 1967’an de peykersazê Ermen, Sargis Baghdasaryan û mîmarê Ermen Yuri Hakobyan ew li quntara çiyayekî çêkiriye. Peyker ji kevirên herêmê hatiye çêkirin û jin û mêrekî teswîr dikin. Beriya ku Azerbeycan êrişî Nagorno-Qerebaxê bike jî nexasim xelkên Ermen û gelek turîst diçûn serdana vî peykerî. Her wiha ji bo dawetên Ermenan ên herêmê jî cihekî popûler bû.
Nîşaneya peywendiyeke taybet e
Xelkê Ermen ê li Nagorno-Qerebaxê bi axa li wir re peywendiyeke taybet daniye û ev peyker jî weke nîşaneyeke xurt a vê peywendiyê ye. Yanî ev peyker têkiliya xelkê Ermen ya bi axê re nîşan dide û ji bo wan weke semboleke pîroz e. Rewşa peykerê “Tatîk û Papîk” niha weke gelek berhemên dîrokî di xetereyê de ye û dibe ku hêzên leşkerî yên Azerbeycanê zirarê bidin vî peykerî jî. Xelkê Ermen ji ber rewşa li Qerebaxê a tevlîhev bi fikar e û aqûbeta peykerê “Tatîk û Papîk” meraq dike.
Ala Azerbêcanê li ser ‘Tatîk û Papîk’
Piştî êrişên leşkerî yên Azerbeycanê, di 29’ê meha Îlonê de hin leşker li ber peykerê “Tatîk û Papîk” wêneyên xwe girtin û li ser peyker jî ala Azerbêcanê daleqandin. Li ser parvekerina vî wêneyî xelkê Ermen li ser medyaya civakî helwêst nîşanî da û pirr hêrs bû. Her wiha gelek kesan bi parvekirinên xwe nîşan da ku ew ji ber vê rewşê pirr xemgîn in. Ji lewma peykerê “Tatîk û Papîk” weke semboleke pîroz jî tê qebûlkirin ji bo xelkê Ermen. Saziya bi navê “All For Armenia” ku weke saziyeke alîkariya insanî ya navneteweyî jî tê zanîn, ji bo parastina peyker kampanyaya îmzeyê da despêkirin. Ew bi vî awayî hewl didin ku bala xelkê li dinyayê bibin ser peykerê “Tatîk û Papîk” du ku tiştek bi serê wî neyê.
Ji bo peyker kampanyaya îmzeyê
Saziya “All For Armenia” di daxaznameya kampanyayê ya ji bo îmzeyê de got, “Xelkê Ermen di rojekê de bêyî ku xebera wan xweşik jê hebe, cih û warên xwe terikand. Wan tenê karîbû rahêjin cilikên li ser xwe û çend alavên şexsî, wekî din her tişta xwe li wir hiştin. Ev peyker jî li wir ma û em nizanin dê çi bi serê peyker were. Ji lewma divê em bi lez tevbigerin û xelkê bi girîngiya vî peykerî bihesînin.”
Azerbeycan çand û sembolan qir dike!
Li gorî belgeyên heyî Azerbeycanê berê jî sembolên ku çand û hunerê Ermenan temsîl dikin, tine kirine. Sûcên Azerbeycanê yên di vî warî de berê jî hebûne û ji hêla zanyaran ve weke “qirkerê çandê” hatine hişyarkirin. Di sala 2005’an de li bajarê Culfayê nekropoleke Ermenan ji hêla hêzên Azerbeycanê ve hate xerakirin. Azerbeycanê gelek caran êriş biriye ser sembolên çandî û li herêma Nagorno-Qerebaxê û Naxcivanê çanda Ermenan qir kiriye. Piştî salên 2020’an jî Azerbeycanê li hin bajarên ku Ermen lê ne, hewl daye dêr û goristanan xera bike û zirarê bide sembolên çandî. Ev êrişên Azerbeycanê, hemû hatine belgekirin û di vî warî de paşxaneyeke xerab a Azerbeycanê heye. Ji lewma jî niha metirsî heye li ser peykerê “Tatîk û Papîk” û îhtimal e ku ew ji hêla hêzên Azerbeycanê ve were xerakirin, weke gelek sembolên ku berê hatine xerakirin.
‘Êrişa li ser Qerebaxê jenosîd e’
Xelkên sivîl ên Ermen hemû ji Nagorno-Qerebaxê hatin derxistin. Bi zor û şideta leşkerên Azerbeycanê di rojekê de xelk mecbûr ma warê xwe biterikîne. Serokê Ermenistanê Nikol Paşînyan, bûyerên li Nagorno-Qerebaxê rasterast “çalakiyeke paqijiya etnîk” bi nav kir û ev binavkirina wî ji hêla Înstîtûya Lemkîn û Çavdêrên Mafên Insanî jî hate qebûlkirin. Serdozgerê Mahkekema Cezayê Navneteweyî (ICC) Luis Moreno Ocampo jî derbarê rewşa Nagorno-Qerebaxê de ji Reutersê re axivîbû û gotibû; “Tişta li wir diqewime, bi awayekî eşkere jenosîd e.” Lê şêwirmendê Serokê dewleta Azerbeycanê Îlham Alîyev yê bi navê Hîkmet Haciyev li ber van duxuyaniyan rabû û got, wan bi ti awayî jenosîd nekiriye û sûcên xwe qebûl nekir.
NAVENDA NÛÇEYAN