Piştî şerê Qerebaxê guhertina jeopolîtîka herêmî

Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —

Sêşem 3 Cotmeh 2023 - 16:22

Êrişa bi navê ‘dij-terorê’ ya Azerbaycanê di 19’ê Îlona 2023’yan de li dijî Qerebaxê rastiyeke jeopolîtîk a bingehîn a nû neafirand, lê kerba dawî avêt bingehê rastiya ku piştî Şerê Qerebaxê yê Duyem di sala 2020’an de derket holê. Helwêsta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û pirraniya welatên Ewrûpayê wiha ye: Ji Ermenîstanê re sempati heye, lê rojava nikare bi hêz piştgiriyê bide Erîvanê. Sedemên kêmbûna îmkanên YE û DYE´yê ji ber çend faktoran in: Giringiya Tirkiyê, mezinbûna rola çavkaniyên enerjiyê yên Xezerê, pasîfîzma Ewrûpayê û belavbûna hêzên Emerîkî ji ber rûbirûbûna Rûsya, Çîn û Îranê. Mîna sala 2020’an, îro jî rojavaya kolektîf îsbat kiriye ku nikare bandorê li pêvajoya şer bike.

Tirkiye di Şerê Qerebaxê yê Duyemîn de bi tevahî piştgiriya siyasî û leşkerî da Bakuyê. Di nakokiya nû de, Erdogan xwe bi piştgiriya devkî ve girê da, lê hebûna Tirkiyê ya li Azerbaycanê, welatên NATO’yê ji destekdayîna Ermenîstanê di aloziyeke nû ya li Qerebaxê de nehişt. Bi vegerandina tam a herêmê bo Azerbaycanê, Tirkiye wek hevalbendê xwe giraniya xwe li ser asta navçeyî û heta cîhanî jî zêde dike.

Rûsya li Qerebaxê û bi giştî li Başûrê Kafkasyayê hêza diyarker e. Sûcdarkirina nebûna hevgirtinê bi Ermenîstanê û Ermeniyên Qerebaxê re bi awayekî teorîk dikare bibe sedema lawazbûna pozîsyona Moskovê ya di Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf de. Erîvan dikare pirsa vekişîna baregeha leşkerî ya 102 ji Gumrîyê jî bike.

Lê sûcdariyên li dijî Rûsyayê, nikarin tiştekî radîkal biguherînin. Piştî windakirina dawî ya Qerebaxê, Ermenîstan hîna jî hewcedarê baregeheke leşkerî ye, da ku li tenişta her du welatên Tirk ku di wan de metirsiyê dibîne, xwe ewle bike. Hêzên parastina aştiyê yên Rûs ji Qerebaxê bi xwe dernakevin û ne rastiyek e ku di salên pêş de derkevin. Dibe ku heta Ermeniyên Qerebaxê bi tevayî jê dernekevin jî ew bimînin. Bi ser de jî, Ermenistan bi Rûsyayê ve girêdayîbûna malî û aborî ya bilind diparêze.

Ji ber ku baregeha li Gumriyê û hêzên aştîparêz ên Rûs li Qerebaxê, her wiha hebûna baregehên li Abhazya û Osetyayê, Rûsya hêza serdest li herêmê dimîne. Hevkariya bi Azerbaycanê re, ku ji hêla peymana hevalbendiyê ya 22’yê Sibata 2022’yan ve hatî bihêzkirin, tevî mirina pênc leşkerên hêza aştîparêz a Rûs di dema êrişa Azerbaycanê de, nehat hejandin.

Helwêsta Kremlînê, ku Qerebaxê wek meseleyeke navxweyî ya Azerbaycanê dibîne, li ber çavê Aliyev baweriya bi Moskovayê wek cîran û hevkareke pêbawer zêde dike. Niha ku Qerebax bûye pirsgirêkeke navxweyî ya Azerbaycanê, ti hêzeke welatên NATO’yê di pratîkê de li ser herêmê nemaye. Dibe ku îstîsnayek Ermenistan be, lê pozîsyona jeopolîtîk a komarê û nebûna normalîzekirina bi Bakûyê re dê rê nede Erîvanê ku "bi gemiyê ber bi rojava ve biçe."

Îran ji bihêzbûna Azerbaycanê û hevkarê wê Tirkiyê ne razî ye. Cudaxwaziya Qerebaxê ev 30 sal in ku metirsiya cudaxwaziya Azerbaycanê li Komara Îslamî bêbandor kiriye. Lê belê, ji bo wî, meseleya herî jiyanî - parastina sînorê rasterast bi Ermenîstanê re - di vê rewşê de ne hêja ye. Îran naxwaze korîdora Zengezûrê di bin kontrola Azerbaycanê û bi taybetî Tirkiyê de were çêkirin û Tehran jî ji dagîrkirina muhtemel a herêma Syunik a Ermenistanê ji aliyê artêşa Azerbaycanê ve ditirse. Ji ber ku senaryoyeke bi vî rengî ji holê rabû, ji bo Îranê statukoyeke erênî ma.

Bi kurtî encamên aloziya dawî ya li Qerebaxê, em dikarin bibêjin ku Emerîka û YE’yê pozîsyonên xwe yên li herêmê hîn lawaztir kirine. Hêza dawî ya bandorê ya di warê çareserkirina nakokiya Ermenî-Azerbaycanê de girîngiya xwe winda kir. Rûsya bi Azerbaycanê re têkiliyên xwe xurt kirin û bi Tirkiyeyê re li ser ji hev têgihiştinê ma, li Ermenîstan û Qerebaxê jî pozîsyona xwe winda nekir. Di heman demê de, metirsiyên lawazbûna bandora Rûsyayê li Ermenîstanê dê bimîne û pêwîst e niha li ser derbaskirin û rawestandina wan kar bê kirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.