Guhartina demografîk sûcê herî mezin e

Sêşem 19 Kanûn 2023 - 00:17

Hiqûqnas Mustefa Muslim destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker li deverên dagirkirî pêk tîne, binpêkirina madeyên 4′emîn a Cenevreyê ne. Mustefa Muslim di dewamê de wiha got:"Dewleta Tirk a dagirker ne tenê xaka Sûriyeyê dagir kiriye, her wiha ew planên qirêj jî dide meşandin di serî de guhartina demografîk bi rêya koçberkirina xelkê resen ên deverên dagirkirî û bicihkirina kesên biyanî. Dewleta Tirk a dagirker bi van kiryaran hemû qanûn û pîvanên navneteweyî binpê dike nexasim madeya 49’an a peymana Cenevreyê ya 4'emîn." Muslim destnîşan kir ku qanûna navneteweyî bi zelalî veguhastina mirovan ji cihê jiyana wan qedexe kiriye ku tenê di hin rewşên rewa de ev yek bi awayekî demkî tê pêkanîn û got: "Dewleta Tirk a dagirker bi pereyên Qeterê û bi rêya rêxistinên bi guman li Efrîna dagirkirî avahiyên mêtingehiyê ava dike û ev jî tu carî ne li gor pîvanên navneteweyî ye. Erkê hemû hiqûqnasan e ku binpêkirinên rojane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li deverên dagirkirî belge bikin, ji ber ku li gor qanûna navneteweyî guhartina demografîk mezintirîn sûc e û divê ew yekser bê rawestandin.”

Muslim diyar kir tiştê ku îro li deverên dagirkirî pêk tê berî 100 salan dema ku Kurdistan hat parçekirin pêk hat û got: “Dewletên Ewropayê deriyên xwe li ber penaberan vedikin û li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker bê deng dimînin, ji ber ku pêwîstiya wan bi penaberên ciwan û karmendan heye û ev jî ji bo wê derfetek e; ji ber wê jî divê xelk bi xaka xwe ve girêdayî bin û bi penaberiyê nefikirin, ji ber ku penaberî rê li ber dewleta Tirk a dagirker vedike da ku bi hêsanî demografiya herêmê biguherîne.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.