Azerbeycanê êrişê Qerebaxê kir

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 21 Îlon 2023 - 00:07

Piştî sê salan di ser şerê Azerbaycanê yê ji bo dagirkirina Qerebaxê re, 19'ê Îlonê roja Sêşemê careke din şer destpê kir.

Azerbaycanê ku li Qerebaxê dest bi şer kir, ku piraniya şêniyên vê herêmê Ermen in, ji bo danûstandinan xwest bêşert dest ji çekan bê berdan.

Serokkomariya Azerbaycanê bi daxuyaniyekê got, "Hêzên çekdar ên Ermen ên neqanûnî divê ala spî hilînin, çekên xwe hemûyan teslîm bikin û rejîma neqanûnî ji hev bê xistin. Di rewşeke berevajî de wê operasyonên têkoşîna li dijî terorê heta dawiyê dewam bikin."

Bi dehan kes hatin kuştin

Ji roja Sêşemê û vir ve di şer de herî kêm 29 kesan jiyana xwe ji dest dan. Çavkaniyên Ermen ên li Qerebaxê diyar kirin ku 27 kes hatine kuştin ku 2 ji wan sivîl in û zêdeyî 200 kes jî birîndar bûne. Hate ragihandin ku ji 16 herêman nêzî 7 hezar kes hatine veguhastin. Azerbaycanê jî diyar kir ku li herêmên di bin kontrola wan de ye 2 sivîl hatine kuştin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres bi daxuyaniyeke nivîskî xwest şer tavilê bê rawestandin. Fransayê têkildarî êrîşa "îllegal" û "ne mafdar" bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku "civîna lezgîn" lidar bixe. Tê payin ku civîn van rojên bê pêkanîn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.