2 leşkerên Ermen hatin kuştin

Nûçeyên Cîhan

Şemî 2 Îlon 2023 - 00:05

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê got li nêzî bajarê Sotkê artêşa Azerbaycanê gule li qereqolên Ermenistanê reşandine, ji ber vê 2 leşkerên Ermenistanê mirine û yek jî birîndar bûye.

Ev herêm li başûrê rojhilatê Ermenistanê ye û li vê herêmê gelek caran di navbera Ermenistan û Azerbaycanê şer çêdibe.

Herî dawî jî li Qerebaxê di 28’ê Hezîranê de çar leşkerên Ermenistanê hatibûn kuştin. Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan di nîveka meha Tîrmehê de ji AFP’e re axivîbû û diyar kiribû dibe ku di navbera wan û Azerbaycanê de şerek çêbibe.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.