Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe sûc û binpêkirinên li dijî niştecihên Efrînê, xweza û cihên wê yên dîrokî didomînin.

Li gorî agahiyên çavkaniyên ji Efrînê, dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya guhertina demografîk de li gundê Kefer Rûmê yê ser bi navçeya Şerayê, mêtingeheke nû çêkiriye.

Mêtingeha nû ji 50 avahiyên 4 qatî pêk tê. Ew ê malbatên çeteyên ku şandine welatên din, li wê mêtingehê werin bicihkirin. Herwiha dewleta Tirk a dagirker li nêzî gund jî mêtingeheke nû çêdike. Ew mêtingeh jî ji 200 avahiyan pêk tê.

ANHA/ŞEHBA