Mesrûr nahêle bên berdan

În 5 Tebax 2022 - 22:30

  • Ji ber rewşa xirab a ragirtinê û ji ber greva birçîbûnê ya li dijî desthilata PDK´ê, rewşa siheta girtiyên Behdînanê xirab bûye. Girtî Emced Rêkanî, Nêçîrvan Bedîh û Kovan Tariq di rewşeke krîtîk de ne.

Girtiyên Behdînanê ev bûn 16 roj ku di greva birçîbûnê de. Roj bi roj rewşa tenduristiya girtiyan xirab dibe, pêr rewşa girtiyekî giran bû û ew birin nexweşxaneyê.

Pêvajoya girtina çalakvan û rojnamevanên Behdînanê di 13’ê Tebaxa 2020’an de dest pê kir û zêdetirî 80 kesî hatibûn girtin.

Piştî ku demeke dirêj di girtîgehê de man, gelek ji wan kesên hatine girtin, bi sucên cuda hatin sûcdarkirin û êşkece li wan hat kirin. Hinek ji wan piştî cezayê wan temam bû, hatin berdan, hinek jî heta niha tevî ku cezayê wan xilas bûye, nayên berdan.

Li şûna girtî werin berdan, niha komek di nava PDK’ê de bi fermana serokê Hikûmetê, careke din destwerdana kar û barê dadgehê dike. Tevî ku divê werin berdan jî rê li ber berdana girtiyên Behdînanê digirin.

Li gorî qanûnê, piştî biryara dadgehê û kêmkirina ji sedî 50´ê cezayan ji aliyê serokê herêmê ve, diviya bû 5 girtiyên Behdînanê niha hatibana berdan. 5 kesên din jî pêwîst bû di nava mehan din de werin berdan.

Girtiyên Şêladizê Yûsif Şerîf, Mehmûd Nacî, Kovan Tarîq Cubraîl, Emced Yûsif û Nêçîrvan Hacî ev du sal in ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin û nayên berdan. Her çendî bi biryara dadgehê diviyabû piştî Cejna Qurbanê bihatana berdan, hê jî nehatine berdan.

Serokwezîrê PDK´ê serdozger poşman kir 

Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê (CPT) nûneriya wê ya Başûr di 7’ê Tîrmeha 2022’yan de çû serdana Serokê Dozgeriya Giştî ya Herêmê, piştî du saetan serokê Dozgeriya Giştî biryara berdana her 5 girtiyên Şêladizê da. Lê ji ber betlaneya Cejna Qurbanê, beriya cejnê nehatibûn berdan, lê piştî cejnê jî nehatin berdan.

CPT’iyê di 17’ê Tîrmehê de careke din çû serdana Serokê Dozgeriya Giştî. CPT’iyê da zanîn ku serokê Dozgeriya Giştî ji biryara xwe ya ji bo berdana girtiyan, poşman bûye.

5 girtiyên Şêladizê, Yûsif Şerîf, Mehmûd Nacî, Kovan Tarîq Cubraîl, Emced Yûsif û Nêçîrvan Hacî di 21’ê Tîrmehê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Heman rojê koma duyem jî ji bo piştgiriyê dest bi greva birçîbûnê kir. Niha qederê 50 girtiyên Behdînanê di greva birçîbûnê de ne.

Parêzerî girtî dîtin

Ji parêzerên girtiyên Behdînanê, Beşdar Hesen derbarê rewşa girtiyên Behdînanê yên di greva birçîbûnê de ji Rojnewsê re got, ew li ser rewşa girtiyên Behdînanê yên di girtîgeha Çaksazî ya Hewlêrê de di greva birçîbûnê de ne, li gel serokê dozgeriya giştî, serokê desteya mafê mirov û rêveberê girtîgeha çaksaziyê, sê saetan axivîne. Piştre jî karîne hinekan ji girtiyan bibînin.

Parêzer Beşdar Hesen da zanîn ku rewşa tendurûstiyê ya hin girtiyên di greva birçîbûnê de xirab bûye: “Lê rewşa Nêçîrvan Bedîh di metirsiyê de ye. Her wiha Emced Rêkanî jî bi vîrûseke nexweşiya cigerê ketiye û ji ber wê yekê rewşa wî ya tendirûstiyê jî xirab e.” Emcet Rêkanî di hucreyeke yekkesî de tê ragirtin.

Parêzer Beşdar Hesen wekî din ji ANF´ê re jî ragihand ku “Rewşa grevvanan Nêçîrvan Bedîh û Kovan Tariq ne baş e. Laşê Nêçîrvan Bedîh û Kovan Tariq tev bûne kîsê avê”.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyeke agahdar, pêr sibehê, girtiyê Behdînanê, Şivan Seîd ê ku ev demeke di Girtîgeha Çaksaziya Gewran a Hewlêrê de ji ber neheqiyên li dijî girtiyên Behdînanê dest bi greva birçîbûnê kiribû, rewşa wî ya tendirûstiyê xirab bû û ew birin nexweşxaneyê.

Tevî vê yekê jî heta niha derbarê mijarê de hikûmeta Hewlêrê dengê xe hîç nekiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.