Dadgeha Temyîzê ya Hewlêrê, ji xebera Mesrûr Barzanî derneket û cezayê çalakvan û rojnamevanên Behdînanê erê kir.
Ji parêzerên girtiyên Behdînanê, Mihemed Abdullah, ragihand ku Dadgeha Temyîzê ya Hewlêrê cazeyê li rojnamevan û çalakvanan hatibû birrîn, erê kiriye. Rojnamevan û çalakvanên Behdînanê bi îdiaya sîxurtiyê dihatin tawanbarkirin.
Dadgeha Ceza ya Hewlêrê 16’ê Sibata 2021 li Guhdar Zêbarî, Harîwan Îsa, Şivan Seîd, Şêrwan Şêrwanî û Eyaz Kerîm, li her yekî 6 sal cezayê hepsê birrîbû. Piştî biryarê parêzaran biryar bire Dadgeha Temyîzê.
Tevî nerazîbûnên navxweyî û navneteweyî hemûyan Dadgeha Temyîzê ya Başûrê Kurdistanê ev cezayê li rojnamevan û aktivîstên Behdînanê hatiye birrîn, di 27’ê Nîsanê de erê kir.
Piştre careke din di 20’ê Gulanê de parêzeran li dijî biryara Dadgeha Temyîzê îtiraz kir ku biryarê di ber çavan re derbas bike. Lê, doh parêzerên dozê ragihandin ku di 20’ê Hezîranê de Dadgeha Temyîzê biryar wekî halê heyî erê kiriye.
Endamê Tîma Parêzerên Girtiyên Behdînanê Mihemed Abdullah li ber Dadgeha Hewlêrê daxuyanî da û got: “Piştî ku me daxwaz kir ku biryara Dadgeha Temyîzê were sererast kirin îro (doh) me bersiv girt. Wê, biryara cezakirina 5 rojnameger û aktîvîstên Behdînan weke pêk were û biryar jî di 20’ê Hezîranê de hatiye derxistin. Me daxwaz kiriye ku Desteya Giştî biryarê rast bike, lê daxwaza me hate redkirin. Desteya berê li Dadgeha Temyîzê, çavê xwe lê girt.”
Neçîrvan gelo wê efû bike?
Mihemed Abdullah got, di sererastkirinê de tohmetbarkirina welatên Emerîka, Brîtanya û Elmanyayê hatiye rakirin ku 5 aktîvîst û rojnamevan ji ber sîxûriya kolosxaneyên wan welatan dihatin sûcdarkirin.
Parêzer Mihemed Abdullah da zanîn ku ji bo îtirazkirina biryarê ti derfet nemane û tenê serokê Herêma Kurdistanê dikare biryara efûyê ji bo wan bide. Abdullah destnîşan kir ku biryar ne qanûnî ye û zilmeke mezin li wan rojnamevan û aktîvîstan tê kirin.