Mesele tenê çekdanîn nîne
Duşem 20 Çile 2025 - 02:45
Nîqaşên li ser hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Rêber Abdullah Ocalan, peyamên piştî hevdîtinê û hevdîtinên bi partiyên siyasî re didomin. Nivîskar Ayşegul Devecîoglû ku yek ji îmzevanên aştiyê bû, diyar kir ku peyamên Rêber Abdullah Ocalan girîng in û divê her kesên wekhevî, edalet û demokrasiyê dixwazin li xwe berpirsyartiyê bigirin. Ayşegul Devecîoglû, diyar kir ku di şer de herî zêde zirar gihiştiye Kurdan û got:“Du sedem hene ku dewlet neçarî van hevdîtinan bû. Ya yekemîn; îktîdar tengijî ye, nerazîbûna civakê didome û tevî bêderfetiyan jî li ber xwe dide. Ji ber ku ji sedî 60’ê civakê aştiyê dixwaze. Ya duyemîn jî; pêvajoya dîzaynkirina Rojhilata Navîn e. Tirkiye dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune bike. Dixwaze cihê çete lê bicih kiriye girêdayî xwe bike. Ji destpêkê ve dixwaze herêma Rojava tune bike.”
Divê êşa Kurdan were dîtin
Bi domdarî Ayşegul Devecîoglû li dijî nîqaşên tenê di çarçoveya “berdana çekan” tên kirin derket û got:’’Divê cidî nêzî pirsgirêkê bibin. Pirsgirêka Kurd, biqasî tenê girêdayî çekberdanê neyê kirin girîng û cidî ye. Heke tenê girêdayî çekberdanê bikin ev tê wê wateyê ku îktîdar dixwaze çareseriyê ji bo dirêjkirina temenê xwe û xeyalên xwe yên emperyal ên Rojava pêk bîne bi kar tîne. Nabe ku hevdîtinên ji bo çareseriyê tenê girêdayî berdana çekan bên kirin. Li hemû cîhanê ji ewil gavên pêbawer tên avêtin. Guherînên di Destûra Bingehîn û qanûnan de, naskirina mafan û temînata qanûnî. Zîhniyeta ku pirsgirêka zimanê dayikê, pirsgirêka xwe birêvebirinê, pirsgirêka demokrasiya herêmî, hemwelatiya wekhev û hwd. tune dihesibîne, jixwe feraseta neçareseriyê bi xwe ye. Li vî welatî Kurdên hatine kuştin, yên li mala xwe bi zindî hatine şewitandin, yên zarokên wan avêtin nava agir û şewitandin hene. Heke hûn vê nebînin û tenê balê bikişînin ser malbatên şehîdan, wê demê ev xelet e. Heke em qala aştiyeke civakî bikin, ma em ê felaketa bi serê Kurdan hatiye, êşa Kurdan, komkujiyên li dijî wan hatine kirin nebînin? Yanî aştiyeke wiha nabe. Ev ne meseleya AKP-MHP’ê ye. Heta ya Kurdan jî. Ev meseleyekî tevahiya civakê ye.”
Ocalan qada tevgerê afirand
Bi domdarî Ayşegul Devecîoglû daxuyand ku berpirsyartî dikeve ser milê her kesên daxwaza aştiyê dikin û got:“Heke em aştiyê bixwazin divê wê demê em vê pirsê bikin; gelo em dixwazin bi hev re bijîn an na? Heke em aştiyê bixwazin, wê demê ji bo aştî û demokrasiyê divê tişta ji dest tê em bikin. Abdullah Ocalan weke rêberê gelê Kurd gavekî pir girîng avêt. Qala demokrasiyê kir. Got ku divê çareseriyê girêdayî berdana çekan nekin û bal kişand ser Meclisê. Bi vê yekê re hem ji Meclisê re hem hem ji civaka demokratîk re hem jî ji aştîxwazan re qada bizavê afirand. Li gorî min divê em bi qedrê vê bizanin.”
MA/ESRA SOLÎN DAL