Mesele Şengal, Kerkûk û Mexmûr e

Sêşem 13 Cotmeh 2020 - 16:20

  • Zirhêz û dagirkerên Kurdistanê tevî hevkarên Kurd li ser Şengal, Kerkûk û Mexmûrê danûstendinan dikin. Rojnamevan Erdogan Altan di vî warî de bi lêkolînekê balê dikişîne ser tevgera bi vê armancê.

Rojnamevan û lêkolîner Erdogan Altan çavdêriyên xwe yên li Başûrê Kurdistanê û nexasim ên li Şengalê ji ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê re nivîsî û bal kişand ser pîlanên hegemon û dagirkerên li Kurdistanê li ser Şengal, Mexmûr û Kerkûkê.
Altan diyar dike ku ev demek e, di navbera rêveberiya herêma di bin serweriya PDK’ê û navenda Iraqê de li ser Şengal, Kerkûk û Mexmûrê hin hevdîtin tên kirin. Ev hevdîtin bi daxwaza Emerîka û Tirkiyê tên kirin. Bi taybetî 9’ê Cotmehê hevdîtina di navbera Rêveberiya Hewlêr û Bexdayê de li ser Şengalê ya di çarçoveya telîmata Emerîkayê de hat kirin, bi dawî bû. Vê yekê careke din berê raya giştî da ser rewşa Şengal, Kerkûk û Kampa Penaberan a Mexmûrê.   
Altan dibêje, ji kolandina xendekan ji Şengalê heya Zaxoyê û jinûve sazkirina kelehên berê yên Sedam, ambargoya ku nêzî sal û nîvekê ye ji aliyê hikûmeta Hewlêrê li ser Kampa Mexmûrê didome û her wiha hewildanên ji bo Eniya Tirkmenan li Kerkûkê bibe desthilatdar, hemû nîşan didin ku li van herêman armanca kê çi ye û çi tê kirin.
Altan balê dibe ser gefên dewleta Tirk û dibêje, Tirkiye di ser rêveberiya Kazimî re zextan dike da ku statuya Şengalê bê astengkirin. Wî got; “Daxuyaniyên DYE û Trump ên dibêjin, divê rêveberiyeke nû ji bo Şengalê bê avakirin, nîşan didin ku helwêsta li dijî Şengalê ya qebûlnekirina statuya heyî ne tenê ji aliyê Tirkiyeyê ve di heman demê de ji aliyê NATO’yê ve jî ji bo vê yekê dilgiraniyek heye. Projeyek ji bo Şengalê hatiye amadekirin. Naxwazin Şengal bi hişmendiya Tevgera Azadiya Kurd xwe bi rêxistin û ava bike. 

PDK êrişê rewa dike
Altan îşaret keysperestiya dewleta Tirk dike û dibêje; “Valahiyeke berbiçav a mezin heye. Lewma Tirkiye jî dixwaze ji vê yekê sûdê bigire, û êriş û mudaxeleyeke muhtemel li ser Şengalê bike. Jixwe me di demên borî de jî dît ka çawa êriş kirin. Sedemeke van êrişan jî rêveberiya kurdî ya Başûr e. Li gel car caran dewlata tirk êriş jî dike, hêzên hegemon rê nadin ku bikeve Şengalê û armancên xwe pêk bîne. Mudaxeleya Tirk li ser êrişên esmanî mane. Dewleta Tirk ku nikare mudaxeleyeke xurt an jî dagir bike, radibe di warê aborî û siyasî de hem gefan li hikûmeta Kazimî dixwe hem jî dixwaze bi zextên heyî rêveberiya Şengalê ya heyî têk bibe. Li ser vê mijarê Serokdewletê Emerîkayê Donald Trump jî pêşniyazek kiribû ku Tirkiye û hikûmeta Iraqê bi hev re Şengalê bi rê ve bibin. 
Altan ji bo vê kuştina 2 kesên ji eşîra Şemer, teqandina wesayîtekê li Şerfeddînê, kuştina oldarekî Êzidî li Şêxanê û bûyerên weke wan mînak dide.

MÎT li Kerkûkê rêxistin dike

Altan siyaseta dewleta Tirk a li Kerkûkê û Mexmûrê lêdikole û dibêje, “Bi taybetî piştî referandûma serxwebûnê ya 25’ê Îlona 2017’an êdî Kerkûk ji bo Kurdan ti demê wê ne wekî berê be. Berî referandûmê rêveberiyek sê alî li herêmê hebû û hebûna hemû aliyan li meclîsê hebû û Walî jî para Kurdan bû. Lê piştî wê careke din pêşmerge nekarî biçe herêmê û her çû rêveberiyên Kurdî yên PDK û YNK’ê li wir kêm bûn. Dîsa ziyana mezin li Kurdên herêmê bû. Li aliyekî dewleta Tirk dixwaze bi destê eniya Tirkmen ku rêveberiya wê ji aliyê MÎT’ê ve hatiye tayînkirin, xwe li Kerkûkê bi cih bike. Li aliyê din nakokiyên mezhebî û tevgera DAIŞ’ê kiriye ku di warê jiyanê de Kerkûk pir metirsîdar bibe.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.