Meşa li dijî talankeriyê
Pêncşem 8 Îlon 2022 - 22:18
- “Li dijî talan û qirkirinê, meşa azadiyê”
Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ji bo meşa ku dê di 17’ê Îlonê de li Çiyayê Cûdî bi dirûşma “Li dijî talan û qirkirinê, meşa azadiyê” bê lidarxistin, bang li xelkê kir da ku tevlî meşê bibin. Wan li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş û endam û rêveberên rêxistina bajêr û navçeyan beşdarî civînê ji bo çapemeniyê bûn.
Hevserokê Rêxistina HDP’a Şirnexê Abdullah Gungen axivî û got, "Xaka Mezoptamyayê bûye dergûşa mirovahiyê, lê niha ketiye ber xezeba talankirineke berbiçav. Ji ber vê çendê, em ê wek HDP, DBP, TJA û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê û gelek sazî û rêxistinên sîvîl jî di nav de, em ê ber bi Cûdiyê ve bimeşin. Em wek rêxistina HDP’ê bang dikin da ku 17’ê mehê saet 17.00´an gelê me li dijî vê talankirinê tevlî meşa xwe ya li Cûdiyê bibin.”
MA/ŞIRNEX