Li Kobanê bi dirûşmeya "Bi ruhê fedaî yê ciwanan, em azadiya Rêbertî mîsoger bikin" meşeke dirêj bi pêşengiya ciwanan destpê kir. Meş wê 3 rojan dewam bike.

Meş ji Deboya genim a li gundê Rovî ya li başûrê Kobanê destpê kir û wê heta gundê Tilxezalê bidome. Îro wê ji Til Xezal heta Şêrîanê dirêj bike. Roja dawî, di 15’ê Sibatê de wê ji Şêrîan ta Kobanê dirêj bibe û tevlî meşa giştî ya gel bibe. Dirêjahiya meşê bi qasî 20 kîlometre ye.

ANF/KOBANÊ