Meşa çapemeniya azad dewam dike
Pêncşem 23 Çile 2025 - 02:40

ROZA METÎNA / AMED
Rojnameger Nûrcan Yalçin a bal bir ser zextên li ser çapemeniya azad diyar kir ku çiqas êriş bên kirin jî wê kedkarên çapemeniya azad gavê paşde neavêjin, wê meşa çapemeniya azad dewam bike û got:” Her çiqas rojnameger zextê bibînin jî ev çanda çapemeniya azad a berxwedanê her tim dewam dike.”
Zextên li ser kedkarên çapemeniya azad dewam dikin. Rojnameger Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Reyhan Hacioglû û Vedat Oruç di 17’ê Çileyê di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin. Rojnamegerên sewqî dadgehê hatin kirin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.
Têkildarî zext û zordestiyên li ser kedkarên çapemeniya azad rojnameger Nûrcan Yalçin nirxandin kir. Nûrcan Yalçin a ku banga berdana rojnamegeran kir got wê meşa çapemeniya azad dewam bike.
Dixwazin dengê heqîqetê bi dawî bikin
Nûrcan Yalçin di destpêkê de bal bir ser armanca êrişên li ser kedkarên çapemeniya azad û wiha got:”Bi êrişên li ser çapemeniya azad tê xwestin dengê heqîqetê, dengê rastiyê bi dawî bikin. Li Rojava, Rojhilat, Bakur û Başûrê Kurdistanê êriş li ser rojnamegerên kurd hene. Rojnamegerên kurd dixwazin bibin dengê rastiyê û neheqiyên Gelê Kurd pê rû bi rû dimînin derxin holê. Lê belê li hemberî vê yekê Tirkiye êrişî wan dike û wan qetil dike. Dewlet bi vêya tenê namîne di heman demê de rojnamegerên kurd dikin bin çavan, digire û zextê li rojnamegeran dike.
Berxwedana çapemeniya azad dewam e
Nûrcan Yalçin da zanîn tevî hemû zordestiyan jî berxwedana çapemeniya azad dewam dike û wiha pê de çû:”Di operasyona ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê hatibû destpêkirin de herî dawî 6 hevalên me yên rojnameger hatin binçavkirin û piştre hatin girtin. Lê belê peyamên rojnamegerên hatin girtin jî girîng in û hêzê dide me. Rojnamegeran peyama hûn çi bikin jî em dev ji heqîqetê bernadin û hûn nikarin gavê bi me paş bidin avêtin, dabûn. Rojnamegeran gotin em ê bi heman armancê karê xwe dewam bikin. Her çiqas rojnameger zextê bibînin jî ev çanda çapemeniya azad a berxwedanê her tim dewam dike. Wê dewam jî bike. Çapemeniya azad bi tevlîbûneke hîn xurt kar û barê xwe pêk tîne.”
Wê pênûsa Cîhan û Nazim li erdê nemîne
Nûrcan Yalçin di heman demê de da zanîn li Rojavayê Kurdistanê jî rojnameger di bin êrişan de karê xwe dikin û wiha dewam kir:”Bi êrişên Tirkiyeyê re hevalên me yên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hatin qetilkirin. Wan li qadên şer karê xwe kirin û li berxwe dan. Niha rojnameger li dû şopa wan dîsa karê xwe li Rojava bi zehmetiyan dewam dikin. Wê pênûsa Cîhan û Nazim li erdê nemîne. Em ji têkoşîna wan hêzê digirin. Heta hêza me hebe em ê jî li dû şopa hevalên xwe bin. Em ê li dû pênûsa wan û kameraya wan bin.”
Divê cezayê Pexşan Ezîzî bê betalkirin
Nûrcan Yalçin bi lêv kir ku li Rojhilatê Kurdistanê jî rojnamegerên kurd di bin zextên rejîma Îranê de berxwedana xwe dewam dikin û wiha got:”Niha em li Rojhilatê Kurdistanê jî dinêrin rojnamegerên kurd di bin şert û mercên giran ên rejîma Îranê de xebatê dikin. Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li Pexşan Ezîzî birî. Ji bo Pexşan Ezîzî kampanyaya piştgiriyê jî ji aliyê rojnameger û saziyan ve hatibû destpêkirin. Daxwaza me jî ew e ku ev cezayê li Pexşan Ezîzî hatiye birin bê betalkirin. Divê rejîma Îranê di vî alî de gavê paş de biavêje.”
Meşa çapemeniya azad dewam dike
Nûrcan Yalçin diyar kir ku wê rojnameger tu carî li hemberî êrişan bêdeng nemînin û wiha got:”Çapemeniya azad di her qadê de xebatên xwe dimeşîne. Tevî hemû zehmetiyan û çi jî dibe rojnameger li ser karê xwe ne. Piştî Cîhan û Nazim li bendava Tişrînê hatin qetilkirin jî dîsa rojnamegeran li wir karê xwe meşandin. Kêlî bi kêlî bi gel re ne û nûçeyan dişopînin. Nûçeyên xwe jî bi civakê re parve dikin. Wê rojnameger li hember êrişan bêdeng nemînin. Meşa çapemeniya azad çiqas zehmet be jî wê dewam bike. Ji ber ku li her çar aliyên Kurdistanê rol û risteya çapemeniya azad gelekî girîng e. Bi taybet jî rola jinên rojnameger gelekî girîng e her wiha karê wan jî hîn zehmet e. Hem di bin zextên sîstemê de hem jî bi zehmetiyên di nava civakê de jî rû bi rû dimînin. Bi vê zehmetiyê karê xwe dimeşînin. Bi vê hewldanê jinên rojnameger li her çar aliyên Kurdistanê jî li berxwe didin û xwe pêş dixin.
Rojnameger Gulistan Dûrsûn a ku ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê sirgunî ya Silivriyê hat kirin ‘qerta terorê’ li ser hat ferzkirin. Ji ber Gulistanê ev yek qebûl nekir cezayê dîsîplînê lê hat birîn. Ev sepaneke nîjadperestî ye. Em vê yekê qebûl nakin û divê sepanên bi vî rengî binpêkirinên mafên li girtîgehan jî bi dawî bibin.”
Bila rojnameger bigihêjin azadiya xwe
Nûrcan Yalçin da zanîn ku divê rojnameger bigihêjin azadiya xwe û wiha got:”Herî dawî li Başûrê Kurdistanê li Silêmanê jî bi ser produksuyona Kompanya Gizîngê Berbeyan de hatibû girtin. Li vê produksuyonê ji bo JIN TV’yê bername dihat çêkirin. Bi van zextana nîşan didin ku tehemula wan li hember têkoşîn û sekna jinan tune ye. Ev êrişa li ser xebatên çapemeniya azad êrişa li ser heqîqetê ye. Ji ber kar û xebatên jinan ên di qada çapemeniyê de girîng in loma jî ev êriş her tim tên kirin. Lê belê em dîsa bang dikin ku ev êrişana êdî bi dawî bibin. Bila rojnameger bi awayekî azad bikaribin karê xwe bikin û rojnamegerên hatine girtin jî bên berdan. Bigihêjin azadiya xwe.”















