Meşa Azadiyê li warê Seyid Riza bû

În 9 Sibat 2024 - 01:30

  • Meşa Mezin a Azadiyê di roja 8’an de gihaşte warê Seyid Riza û Hezexê. Li Dersimê hate gotin,’’Em neviyên Alî Şêr û Sakîneyan in’’ û ew ê heta azadiya Ocalan têbikoşin. Li Hezexê jî di peyamê de hate gotin, heta ku Ocalan azad bibe wê meşa azadiyê bidome.

Baskê Qersê yê Meşa Azadiyê ya Mezin li Dersimê bi coşî hate pêşwazîkirin. Meşvanan li Meydana Seyid Riza banga ‘’çareseriyê’’ kirin.

Wekîla DEM Partiyê Kezîban Konukçu got,’’Em ji bo hemû kesên li ser van xakan dadmendiyê dixwazin. Em ji bo hemû gelan azadiyê dixwazin û dimeşin. Heta ku azadî were ser van xakan wê meşa me bidome.’’

Em hevrêyên Sakîne û Mazlûman in

Meşvan piştre li gel girseyê bi dirûşmên ‘’Meşa azadiyê’’,’’Jin jiyan azadî’’ heta bi bajêr meşiyan. Şêniyên bajêr ên li derdorê jî bi çepikan destek dane meşvanan. 

Piştî meşa heta bi Meydana Seyid Riza Serekwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît axivî û got,’’Em li welatê Alî Şêr, Sakîne û Mazlûman in. Em zarok, nevî û hevrêyên wan in û me têkoşîna xwe domand.’’

Koka me li ser van xakan e

Koçyîgît her wiha got,’’Em li ser van xakan çêbûne û ra û rîşalên me bi kûrahiya van xakan de çûne. Li her bihosta xaka Dersimê xwîna me heye. Ti berdêl nema ku me ji bo azadiyê neda. Niha dema aştî û çareseriyê ye. Dev ji van polîtîkayên xwe yên milîtarîst biqerin. Ji dengê Ocalan re bibin deng.’’ 

Em ji bo azadiya Ocalan dimeşin

Hevseroka DBP’ê Cîgdem Kiliçgun Uçar jî bal kişande ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û got,’’Ocalan ne tene ji bo Kurdistanê, ji bo hemû cîhanê lîderekî girîng e. Em jî ji bo azadiya Ocalan dimeşin.’’

 Em bi hev re vî barî rakin

Baskê Wanê yê Meşa Azadiyê ya Mezin jî gihaşte navçeya Şirnexê Hezexê.

Karwanê Meşa Azadiyê li Hezexê bi fîşekên hewayî hatin pêşwazîkirin. Her wiha Dayikên Aştiyê jî bi çarikên xwe yên spî Meşvanên Azadiyê slav kirin. Meşvanên Azadiyê li gel şêniyên navçeyê heta bi Rêxistia Navçeyê ya DEM Partiyê meşiyan. 

Ji meşvanên azadiyê Cemîl Taşkesen li ber avahiya navçeyê axivî, bal bire ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û got,’’Tecrîd sûcê dijî mirovahiyê ye. Ne li gorî mirovahiyê, ne li gorî dewlet û îslamê ye. Tecrîd ne exlaqî ye. Bila ne leşker, ne polîs, ne gerîla û ne jî girtiyên zindanan nemirin. Werin em bi hev re bikevin vî barî û vî barî ragirin.’’

Taşkesen her wiha anî zimên ku divê pêvajoya çareseriyê ji nû ve dest pê bike û got,’’Çareseriya pirsa Kurd li Imraliyê ye. Tecrîd sûcê dijî mirovahiyê ye.’’

Heta deriyê Imraliyê vebe Kurd rûnanin

Piştre Namzetê Şaredariya Hezexê yê DEM Partiyê Dogan Adilbellî axivî. Adibellî bi bîr xist ku ji avabûna komara Tirk û wir ve tim zilm û kotekî li Kurdan tê kirin, Rêber Ocalan ji bo ku dawî li vê dîroka zilmê bîne gelekî berdêl daye û got,’’Di sedsala 21’ê de Kurd heta ku Rêbertiya xwe azad nekin û deriyê Imraliyê venekin wê Meşa Azadiyê bidomînin. Rêbertî weke Nelson Mandel ji bo vê têkoşînê berdêleke mezin dide. Divê em jî li Rêbertiya xwe xwedî derkevin û bi rih û coşiya Botanê dengê xwe bidigînin Imraliyê.

Piştî axaftinan govend hate gerandin, stran hatin strandin. Piştî govendê meşvanên azadiyê hatin birêkirin. Qonaxa dîtir a karwanê Meşa Azadiyê Nisêbîn e. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.