Meşa Azadiyê gihaşte Sêweregê

Pêncşem 15 Sibat 2024 - 00:50

  • Rêwiyên Meşa Azadiyê yên ku ji Amedê bi rê ketibûn gihaştin Sêweregê. Rêwiyên Azadiyê peyam dan ku ti hêzek wê nikaribe li pêş azadiya Kurd bibe asteng û agirêkî hatiye vêxistin wê wan bigihîne azadiyê, her wiha hate gotin ev meş ya her kesî ye û li dawiya meşê azadî heye.

Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên di “Meşa Mezin a Azadiyê” de cih digirin duh li Amedê bûn û îro gihiştin navçeya Sêweereg a Rihayê. Rêwiyên Meşa Azadiyê çûn serdana gora siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Ayhan ku di 2018’an de li Herêma Federe ya Kurdistanê ku bi  krîza dil jiyana xwe ji dest dabû û Mahmût Zengîn ku li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê xwe şewitandibû.

Tecrîd hebe demokrasî nîne

Parlamenterê DEM Partiyê Sezaî Temellî di bîranînê de axivî û wiha got: “Îbrahîm Ayhan di têkoşînê de kesayetekî girîng bû. Tiştên wî jiyayîn, careke din anî bîra her kesî bê ka li vî welatî çi zilm û tundî heye. Em ê tiştên li wî hatine kirin ji bîr nekin. Bi biryareke pûç parlamenteriya wî hate betalkirin. Wî dixwest tecrîd were rakirin. Yên ku tecrîd û înkar li vî welatî ferz kirin bûn sedema mirina wî. Ji bo ku ev tişt êdî neqewimin me dest bi vê meşê kir. Heke tecrîd hebe, hiqûq û demokrasî tune ye. Tecrîda li birêz Ocalan tê ferzkirin, di esasê xwe de li gelên Rojhilata Navîn tê ferzkirin.”

Piştre jî meşvan çûn serdana gora Mahmût Zengîn. Gelek kesan di ketina goristanê de meşvan bi dirûşma “Şehîd namirin” pêşwazî kirin. Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydenîz li vir axivî û wiha got: “Çaran gotibû ‘Agirî nevemirînin, gur bikin.’ Di van 42 salan de ev agir gur bû û êdî kesek nikare pêşî li ber azadiya gelê Kurd bigire. Bila her kes bizane ku ev agir dê me bigihîne azadî û aştiyê.”

Beşdaran di bîranînê de qurnefîl danîn ser goran.

Tevî baranê jî ber bi avahiya DEM Partiyê ve meş hat lidarxistin.

Li dawiya vê meşê azadî heye

Hevserokê Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeyê axivî û wiha got: “Di dawiya vê meşê de ji bo me hemûyan azadî heye. Tecrîda li vî welatî tê pêkanîn, pêşeroja Tirkiyeyê ipotek dike. Em dixwazin bang li kesên nasname, zimanê tune dihesibînin û pirsgirêka Kurd li me ferz dikin; Rastiya birêz Ocalan a ‘ez dikarin vê pirsgirêkê di nava hefteyekê de çareser bikim’ heye. Ev bang di heman demê de li dewletê ye û  li wan kesan e ku dixwazin jiyaneke nû ava bikin. Em ji bo daxwazên mafên gelê Kurd dimeşin, ku dev ji ziman û nasnameya xwe naqere. Em ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan dimeşin. Em meş bibe meşa me hemûyan û ev azadî jî wê bibe ya me hemûyan. Em ê serbikevin.”

Piştî axaftinan Rêwiyên Meşa Azadiyê bi dirûşmeya “Bimre koletî, bijî azadî”  ber bi navçeya Curnê Reş (Hîlwanê) bi rê ketin. 

MA/ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.