Meşa 26 rojan li 26 bajaran

Çarşem 22 Çile 2025 - 03:22

Kurd û dostên kurdan di sala 2024’an de di çarçoeya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” li 25 bajaran 25 rojan meşa dirêj li dar xistibûn. Îsal jî bi heman armancê bi minasebeta 26 salên girtî yên Rêber Abdullah Ocalan wê 26 rojan li 26 bajaran meşa dirêj li dar bixin. Rêxistin û saziyên kurdan wê îsal li Fransayê ji bo 26’emîn sala dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan bi 26 kesan, li 26 bajaran, 26 roj bi şîara “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ji 21’ê çile heta 15 Sibatê meşa dirêj li dar dixin. Ew ê di vê meşê de bi gelan re bigihijin hev û qala armanca meşê bikin. Bi vê çalakiyê wê bi dostên xwe re hemleyê bigihînin asteke bilindtir. Bi vê çalakiyê pergala Îmralî ya êşkence û qirkirinê teşhîr bikin û paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan a ekolojîk û civaka azadîxwaz a jinê di serî de Kurdistan û gelên Rojhilata Navîn ji bo hemû gelên bindest ên cîhanê hêvîya “JIYANA AZAD” vebêjin. Bi ziyareta malan, saziyan û civînan bi gelan re werin ba hev. Meşa me wê 15’ê Sibatê li Strasbûrgê bi meş û mîtîngek mezin bigihije asta herî bilind. Têkildarî armanca meşê û plansaziya meşê Hevserokê KCDK-E’ê Murat Ceylan got:“Di 26emîn salvegera komploya navdewletî de, ji bo 26 salên dîlgirtina Rêber Apo, wê 26 kes, 26 roj û li 26 bajaran meşê pêk bînin. Ev peş di pêşengiya Komîteya Pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî” tê lidarxistin. Di nava vê komîteyê de TJK-F, CDK-F, Tevgera Ciwanên Kurd û gelek saziyên dostên kurdan ên li Fransayê beşdar dibin. Di nava wan de sendîka jî hene. Hiqûqnas hene. Partiyên siyasî hene. Gelek saziyên baweriyê hene. Di 10ê Cotmeha 2023’an de li nêzî 100 welatî dest pê kir. Wê demê ji ber temenê Rêber Apo 74 salî bû, li 74 welatan pêngavê dest pê kir.” Mûrat Ceylan anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan 26 sal in dîl hatiye girtin û got:“Meş îro li herêma Brotanya ya bajarê Lorîentê yê Fransayê pêk destpê dike. Meşvan wê ji Brotanyayê bên navenda Parîsê. Ji Parîsê wê derbasî bajarên bakurê Fransayê bibin. Ji wir jî wê derbasî Starsbourgê bi meşek girseyî yê tevahiya welatên Ewropa bi dawî bibe.”

Fransa navenda Ewrûpa ye

Murat Ceylan bal kişand ser pirsa “Çima Fransa” û got:“Fransa li Ewropa cihekî navendî ye. Mejî û pêşengiya welatên Ewropa dike. Bi pranî saziyên Ewropa yên wekî Konseya Ewropa DMME, Yekîtiya Ewropa û CPT li vir in. Fransa li ser welatên Rojhilata Navîn û Efrîqayê xwedî bandorek e. Eger Fransa di polîtikayên xwe de guhertinê bike dê bandorê li ser welatên ewropa jî bike û dê ji bo azadiya Rêber Apo û statuya Kurdistanê re gelek fêda wê çêbibe. Konseya Ewropa (KE) li Strasbûrgê ye û Tirkiye jî endamê KEyê ye. DMME û CPT jî bi KEyê re kar dike. Dema komplo pêk hat, CPT Rêber Apo pêşwazî kiribû. Em her dem dibêjin Tirkiye wekî gardiyanekî ye. Ji ber vê yekê rola Fransa girîng e. Hêzên ku di komployê de cih girtin, divê polîtîkayên xwe biguherin. Yek ji muxatabê me jî Strasbourg e. Rola Strasbourgê ya li ser tecrîdê girîng e. Di 2024’an de li Konseya Ewropayê civînek pêk hat. Di wê civînê de rewşa Rêber Apo û mafê wî yê hevîyê hat axaftin. Salek wext dabûn Tirkiyeyê. Îsal asta duyemîn a pêngavê ye. Ji ber vê yekê Strasbourg pir girîng . Em ê bêjin ne salek din, niha ji Rêber Apo re azadî.”
AW/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.