Mereq dikir dişopand şirove dikir

Sêşem 11 Sibat 2025 - 03:30

Rojnamevan Nîhat Kaya qala têkoşîna Azîz Koyluoglû kir ku 27'ê Çileyê li bajarê Ranya yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi balafira bêmirov a bombebarkirî hate qetilkirin. Nîhat Kaya anî ziman ku wî di sala 2005'an de Azîz Koyluoglû nas kir û got:"Di sala 2005'an de dema ku min dest bi karên çapemeniyê kir Azîz perwerde dida me. Hurmeta wî ya li karê xwe bal dikişand; rû li ken bû, lê belê ti carî cidiyeta karê xwe ji bîr nedikir. Heman cidiyet ji mirovên li hemberî xwe jî hêvî dikir. Li her qada çapemeniyê kar kir, bi gelek berpirsyariyan rabû. Yek ji taybetmendiyên sereke yên Azîz ew bû ku dilxwazê perwerdekirina mirovên li derdora xwe bû. Wî tecrûbeyên xwe parve dikir û hewl dida mirovan bi pêş ve bibe. Gelek hevalên me yên ku îro bi saya wî gav avêtin nava vê qadê, kar dikin. Mîrateya Azîz Koyluoglû bi rêya rojnamevanên ku wî perwerdekiribû, dewam dike.

Jîr û jêhatî bû

Em demeke dirêj bi hev re man. Piştî sala 2005'an li Hewlêrê em bi hev re xebitîn. Azîz jîr û jêhatî bû; di demeke kurt de hînî ziman dibû û dikarîbû têkiliyê bi mirovan re dîne. Bi saya vê taybetmendiya xwe li Hewlêrê hem di têkiliya bi mirovan re hem jî di mijara ziman de alîkariyeke mezin da me. Bi medyayê re timî di nava têkiliyê de bû û şîrove dikir. Pêşdîtina wî û hêza wî ya şîrovekirinê her roj hîn bêhtir bi pêş diket. Meraq dikir; her tişt dişopand û şîrove dikir. Li mirovan guhdarî dikir, çapemenî dişopand û ev dane şîrove dikir. Dema ku mirov bala xwe bidin ser şîroveyên wî yên dema dawî, tê dîtin ku pêvajoya çiqasî rast nirxandiye û berê dîtiye."

Dewleta Tirk negîhîşt armanca xwe

Nîhat Kaya got:"Dewleta Tirk bi rengekî eşkere êrîşî wan rojnamevanên li nava çapemeniya Kurd dike ku dikarin rast şîrove bikin, paşerojê dibînin û perspektîfê pêşkêşî civakê dikin. Ji Apê Mûsa û vir ve êrîş dewam dikin. Di nava sala dawî de gihîşt asta herî bilind. Di 23'ê Tebaxa 2024'an de hevalên me Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hatin qetilkirin. Ev êrîş bi zanebûn û bi armanc hatin kirin. Wê demê hevalê me Azîz jî li Silêmaniyeyê bû. Hevalên me Gulistan û Hêro li vê derê hatin qetilkirin; ev yek êrîşek li ser civata çapemeniyê ya li Başûrê Kurdistanê bû. Lê belê hevalê me Azîz li hemberî vê helwdana tirsandinê bêdeng nema. Di nava hefteya ku komkujî hate kirin tevlî bernameyê bû, axivî û şîrove kir. Dewleta Tirk û mejiyê wê yê faşîst nekarî hevalê me Azîz bêdeng bike. Di 19'ê Kanûna 2024'an de li Rojava hevalên me Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi heman rêbazê bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî hatin qetilkirin. Ev bûyer tesaduf an jî qeza nîne; bi zanebûn hatin qetilkirin. Herî dawî hevalê me Azîz bi heman rêbazê hate şehîdxistin."

Bêdengî hebe dor tê herkesî

Nîhat Kaya anî ziman ku ji ber wêneyên hevalên wan ên rojnamevan ên hatin qetilkirin li ser dîwarê wan cih nemaye ku daliqînin û got:"Mixabin nerazîbûneke mezin nayê nîşandan. Divê neyê jibîrkirin, ku her bêdengî hebe wê dor bê her kesî. Her ku bêdeng be, yên ku li hemberî vê desthilatdariyê hebûna Kurdan qebûl dikin jî divê zanibin ku wê bibin hedef. Niha bi taybetî CHP û rojnamevanên muxalîf eger hêdî hêdî têne girtin, sedema bingehîn a vê yekê xwedîderneketina wan a li pirsgirêka Kurd û rojnamevanên Kurd e. Eger muxalefet bi rastî jî dixwaze xwedî li wan derkeve, divê xwedî li hevalên me derkeve ku îro têne qetilkirin. Ev rewşa ji ber xemsariyê eger ji holê neyê rakirin, qanûnên gerdûnî yên azadiya fikirî nikarin bêne parastin. Ji bo parastina van nirxan, divê mirov li gorî wijdan û qanûnan tevbigerin û cihêkariyê nexin navbera rojnamevanan."

ANF/NÛJIYAN ADAR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.