Merasîma dîrokî bi kelacan hat şopandin
În 11 Tîrmeh 2025 - 16:30
- Merasîma dîrokî ya ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Silêmaniyê hat lidarxistin, bi kelecaneke mezin hat şopandin. Xelkê bajarên sînor bi hêvî û meraq li ser ekranên xwe pêşketinan temaşe dikin. Li Wan, Agirî, Amed, Êlih, Mêrdîn, Şirnex Behraspî û gelek bajarên Kurdistanê gel bi kelecanî vê kêliya dîrokî şopand.
Merasîma dîrokî, ku gerîlayên PKK'ê çekên xwe li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan danîn, li Silêmaniyê, Başûrê Kurdistanê hat lidarxistin. Ev kêliya dîrokî ku wekî xalek girîng di pêvajoya aştiyê de tê hesibandin, ne tenê ji hêla xelkê herêmî ve, lê ji hêla tevahiya civaka cîhanî ve bi baldarî tê şopandin. Heyet û rojnamevanên ji bajarên cuda li Silêmaniyê kom bûn da ku merasîmê bibînin, di heman demê de xelkê bajarên Kurdan ji saetên serê sibê ve bi heyecan, hêvî û meraq televîzyon temaşe kirin.
Wan
Li Wanê, dayikên endamên PKK'ê yên şehîd li Komeleya Alîkarî, Hevgirtin, Çand û Yekîtîyê ya bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER) re kom bûn. Çavên wan bi heyecan û hêviyê tijî bûn, lê di heman demê de bi nerehetiya li ser rewşa heyî. Dayikan diyar kirin ku wêneyê Abdullah Ocalan ku piştî salan hate weşandin, ew kelecanî kirine û gotin" Em 52 sal in li benda vê gavê ne; duayên me qebûl bûn."
Agirî
Xecê Tekin, nişteciha taxa 100'emîn Salî ya Agirî ku kurê xwe di pevçûnan de winda kir, li ber televîzyonê bi baldarî temaşe kir. Xecê Tekin, ku kurê xwe Sînan Tekin di pevçûnan de winda kir, hêviya xwe anî ziman ku dê merasîm bibe sedema avakirina aştiyek bi rûmet û got, "Tevî fikarên ku ev pêvajo tîne jî ez hîn jî bi hêvî me."
Mêrsîn
Gel li Rêxsitina DEM Partiyê ya Behraspî ji bo roja dîrokî hat ba hev. Bala gel çû ser merasîma dîrokî ya li Silêmaniyê ye.
Amed
Gelek kesên ji bo merasîma danîna çekan a dîrokî ya li Silêmaniyê temaşe bikin, li MEBYA-DER’ê ya Amedê jî kom bûn.
Kesên ku di saetên serê sibê de li komeleyê cihên xwe girtin, bi coş, meraq, kelecan û hêviyên mezin merasî temaşe kirin.
Êlih
Li avahiya MEBYA-DER’ê ya Êlihê jî gelek welatî ji bo kêliyên dîrokî ketin nava kelecaneke mezin. Dayikên ku li ber ekrana televîzyonê ya li eywana komeleyê sekinîn, diyar kirin ku ji bo serkeftina pêvajoyê, azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan şert e.
Mêrdîn
Li Mêrdînê jî gelek kes ji bo şopandina merasîmê hatin avahiya Şaxa MEBYADER’ê. Welatiyên ku bi kelecaneke mezin li benda merasîmê man, gelek caran daxwaza xwe ya aştiyê anîn ziman. Her wiha welatiyan li mal û kargehên xwe jî Stêrk TV û Medya Haber TV vekirin û li benda weşandina dîmenên merasîmê ne.
Şirnex
Welatiyên li Şirnex û navçeyên wê Cizîr, Hezex û Silopiya ya Şirnexê jî welatiyan ji bo temaşekirina merasîmê, bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê li avahiyên rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan hatin gel hev. NAVENDA NÛÇEYAN
* * *
Çekdanîn ne teslimiyet e
Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs anî ziman ku merasîma çekdanînê ya komeke gerîla pêngaveke dîrokî ye û got: “Tişta herî girîng jî divê wisa neyê fikirandin ku ev teslîmbûn e. Ev ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd e.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9ê Tirmehê de piştî 26 salan daxuyaniyeke bi dimên da. Daxuyaniya Abdullah Ocalan a dîrokî li Kurdistan û cihanê deng vêda. Piştî daxuyaniya Abdullah Ocalan niha jî çavê raya giştî ya Kurdistan, Tirkiye û cihanê li bajarê Silemaniyê yê başurê Kurdistanê ye. Komeke gerîlayên PKKê wê bi merasimeke çek daynin. Li Bakurê Kurdistanê û derveyî welat bi sedan siyasetmedar, sazî, hiqûqnas, rewşenbîr, nivîskar û rojnamegeran berê xwe danê Silemaniyê. Dê li dewereke bajarê Silemaniyê merasîma çekdanînê bê li darxistin û ji raya giştî ya cihanê re be parvekirin.
Hevserokê Kongreya Yekitiya Neteweyî ya Kurdistanê Ahmet Karamus, derbarê merasîma çekdanîne, pêvajoya çareseriyê ya pirsgirêka Kurd û xebatên avakirina yekitiya Kurd de ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
Ahmet Karamus derbarê daxuyaniya Abdullah Ocalan a bi dimen ku li girava Îmraliyê ji raya giştî re hat parvekirin de destnîşan kir ku li hemû dinyayê deng veda.
Di berdewama axaftina de Ahmet Karamus balkişand ser merasîma çekdanînê ya komeke gerîlayên PKK'ê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Merasîma çekdanîne girîng e. Tevgera Kurd bi vê merasime wê helwesta xwe ya dilpakiyê nişan bide. Di pêvajoyê de çi dikevê ser milê aliyê Kurd yek bi yek bi cih tînê. Piştî banga birêz Abdullah Ocalan kongreya PKK'ê hat li darxistin û biryara fesîhê girtin. Niha jî çekdanîn bi merasîmekê hat li darxistin. Tişta herî girîng jî divê wisa neyê fikirandin ku ev teslîmbûn e. Ev ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd e. Kurd didin xuyakirin ku li ser mutabakata ku me li hev kiriyê tevdigerin. Hezên gerîla hezeke bi beşdarbûna gelek terafan wê bi merasîmeke vê yekê nîşan bide. Ew destnîşankirin a dilpakiya tevgera Kurd e.Di vê pêvajoyê de ya girîng avakirina yekitiya netewî ye.” AW/ŞIRNEX/MAHMÛT ALTINTAŞ