Merasîma bi heybet a gerîla!

Çarşem 14 Tebax 2024 - 02:45

Ji bo pîrozkirina salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li çeperên gerîla pîrozbahiyeke bi heybet hate lidarxistin. Gerîlayên di çeperan de peyameke mezin dan dewleta Tirk a dagirker. Yek ji fermandarên HPG'ê Baran Ararat li pîrozbahiyê axivî.

Fermandar Baran Ararat di destpêka axaftina xwe de di şexsê fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) de şehîdên şoreşê hemû bi bîr anî û salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Rêberê Abdullah Ocalan, gerîla û gelê Kurd ê welatparêz pîroz kir. Fermandar Ararat destpêkê li ser wate û girîngiya pêngavê axivî û got:"Di nava van 40 salên derbasbûyî de wateya bingehîn a pêngava 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd û gelê bindest fîşeka destpêkê li mejiyê bindestiyê xistin bû. Fîşeka destpêkê ya pêngavê ne tenê li hemberî dagirkeriyê bû. Heman demê li hemberî xiyaneta navxweyî, li hemberî xwefirotina ji dijmin hate xistin. Ev pêngav ne tenê pêngaveke leşkerî bû. Ev pêngav bû hêza fikir, birdozî û felsefî ya gelê Kurd. Vê pêngavê nîşan da ku mirov li hemberî dagirkeran çawa dikare şer bike û azad bibe. Bêyî ku pişta xwe bide kesekî din dikare bi hemû şêweyên êrîşan re şer bike û têk bibe. Roja me ya îro êrîşên li hemberî axa Kurdistanê û Rojhialta Navîn têne kirin êrişên bê îradekirinê ne, êrişên teslîmgirtinê ne. Yê li hemberî vê îro têdikoşe gerîlayên HPG û YJA-STAR û gelê me yê welatparêz e. Ev hêza azadiyê xwe ispat kiriye. Vaye îro ji hemû neteweyan ciwan tevlî vê meşa azadiyê dibin. Ev pêşengtî di hemû aliyan de hêz û coşeke mezin diafirîne û moraleke mezin dide. Bi ruhê pêngava 15'ê Tebaxê çawa ku heta roja me ya îro me ev dijmin li bin xist, ji îro û pê ve jî em ê şerekî dîrokî bidin meşandin û bersiva pêwîst bidin dijminê dagirker. Li ser vê esasê em Pêngava 15'ê Tebaxê careke din li Serok Apo, li hemû hevalan û li gelê me yê welatparêz pîroz dikin." Piştî merasîma leşkerî gerîlayên HPG û YJA-STAR'ê bi coşeke mezin dîlana azadiyê gerandin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.