- Şanoya Mencelê ya li Wanê, dika xwe ji ber Covîd-19'ê girtibû, wê niha dika xwe ji nû ve vekir.
Şanoya Mencelê ya li Wanê, dika xwe ji ber Covîd-19'ê girtibû, wê niha dika xwe ji nû ve vekir. Partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatiyan bernameya nû ya Şanoya Mencelî ji nêz ve şopand. Di du rojên ewil de lîstika "Dîktatorê Mezin" û lîstika "Tenê Ez" hatin nîşandan. Di roja dawî ya bernameyê de jî Koma Aryen a muzîkê derket ser dikê. Lîstikvanên Şanoya Mencelê û kesên tevli bernameyê bûn, bang kirin da ku eywanên şanoyê vala nemînin.
Her wiha şanohezan jî diyar kir ku li herêmê divê şano hîn bêhtir belav bibe û wan got; "Şanoya Mencelê xwedî li mîrateya Melayê Cizîrî derdikeve."
Şanohez Necdet Karagul got, ji zû de ew li benda vekirina Şanoya Mencelê bûye. Karagul bal bire ser qedexeyên li dijî şanoyên Kurdî û xwest gel bêtir xwedî li şanoyên Kurdî derkeve û li wan temaşe bike: "Gava ez li şanoya bi zimanê xwe temaşe dikim kêfxweş dibim. Ji ber ku Şanoya Mencelê girtî bû ji bêgavî diçûm Şanoya Dewletê. Dixwazim gelek kes bên temaşe bikin."
‘Pêşiya zarokan vekin’
Gûrbet Aydogdû, dayika lîstikvana Şanoya Mencelê, Perînaz Delazy e; wê got, bi xebatên keça xwe serbilind e. Gurbet Aydogdûyê anî ziman ku berê şanoya bi Kurdî tine bûye, lê belê niha keça wê bi zimanê xwe şanoyê dike û ji ber vê pirr kêfxweş e. Aydogdû, bang li dayikan jî kir da ku pêşiya zarokên xwe vekin.
Temaşevan Abdûllah Cotyar jî got, berê jî wî lîstikên Şanoya Mencelê temaşe dikir: "Rica min ji gelê me, çi madî çi manewî piştgiriya xebatên Şanoya Mencelê bikin. Ji Feqiyê Teyran heta Melayê Cizîrî gelek kes ji bo gelê Kurd xebitîne û têkoşiyane. Mencel jî vê mîrateyê didomîne û xwedî lê derdikeve. Lewma divê em piştgiriya Mencelê bikin."
‘Bila bibe mala her kesî’
Lîstikvana Şanoya Mencelê Perînaz Delazy jî bal bire kişand ser elaqeya temaşevanan. Delazy da zanîn ku wan dika xwe mezintir kirine:
"Demeke dirêj ji bo tadîlatê derbas bû. Piştî tadîlatê, deriyên me ji bo xebatên Kurdî hemûyan wê vekirî bin. Em dixwazin Şanoya Mencelê bibe mala her kesî. Lewma me careke din got, 'merheba'. 3 rojên bernameya me ya nû pirr xweş û bi kelecan bûn. Em jî vê pêdiviya gelê me ya ji bo xebatên çandî dibînin û hewl didin, bibin bersiv. Lewma em dixwazin gelê me jî xwedî li Şanoya Mencelê derkeve."
MA/WAN