Tamara Natalie Madden hunermendeke şêwekariyê ya li Jamaîkayê ji dayik bûye. Ew bi ciwanî sala 2017´an hîna 42 salî wefat dike. Weke hunermend ew li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê çalak bû heta ku ji ber nexweşiyê wefat kir.
Ev berhema wê ya bi navê The Black Queen (Melîkeya Reşik; 2010) yek ji berhemên wê yên herî navdar e.
Weke berhemên Gustav Klimt, Madden jî cilûbergên bi sembolên xuya û diyar li xwedewend û melîkeyan dike. Lê ew van li tevahiya fîgurên xwe jî dike. Axir ew jî li aliyê fîlozofiya "huner ji bo xelkê" li huner û berhemên xwe dinihêre. Rengên bi kar tîne, cilûbergên li fîguran dike hiseke malê, maleke mirov lê rehet bibe, bi mirov re çêdike.
Gelek berhemên wê li koleksiyonên cihê yên beşên cihê yên Zanîngeha Vanderbilt ya li Tennessee ne. Li koleksiyona daîmî ya Alverno College ya li Milwaukee û li Muzeya Charles H. Wright a Dîroka Efro-Emerîkî ya li Detroitê jî berhemên wê hene.
Hîna 42 salî gava ku sala 2017´an pê re kansera bipêşketî hat tesbîtkirin, nema 2 hefteyan û wefat kir. Ew hingê li Atlanta dixebitî û di heman demê de profesora hunerên bedew bû li Spelman Collegeyê.
NEW YORK