Mela dibin sedema tundiya ser jinan

În 13 Hezîran 2025 - 03:20

Li Herêma Kurdistanê roj bi roj tundiya li dijî jinan zêde dibe. Li gorî daneyên hatine komkirin, di 5 mehên îsal de, 14 jin li Başûrê Kurdistanê hatine qetilkirin û 10 jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane. Tevî vê jî ne hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê, ne jî saziyên wê dijî tundî û kuştinan deng dernaxin. Sekretera Yekîtiya Jinên Herêma Kurdistanê Leyla Abdullah derbarê mijarê de ji ajansa me Rojnews re axivî.

Leyla Abdullah da zanîn ku pirsgirêkên civakî yên weke namûsê yek ji sedemên tundiya dijî jinane û got:“Bi gelek sedemên cuda jin tên kuştin û hejmara wan jî têne veşartin. Daneyên kuştinên jinan her 6 meh û salê carek ji aliyê Rêveberiya Tundûtujiya Malbatê ve tên belavkirin. Li gorî daneyan ji sala 2010 heya 2020’an li Herêma Kurdistanê 490 jin hatine kuştin. Sala 2024 heya Sibata 2025’an de jî li gorî daneyan 48 jin hatine qetilkirin.” Leyla derbarê peyamên melayan û bandora wan peyaman ya li ser tundiya li ser jinan jî got:“Peyamên tund yên melayan, bandora xwe li ser zilaman dike, dibin sedema qetilkirina jinan û xirabbûna rewşa malbatê.”

Leyla Abdullah balkişand ser jinên di hilbijartinan de tên hilbijartin jî û got:“Di dema hilbijartinan de deng ji bo jinan tê dayîn, ji ber ku dikarin mijara jinan bixin rojevê. Ji bo wê pêwîste jinên diçin parlamentoyê, xwedî projeyên ji bo jinan bin û dijî yasayên dijî jinan rawestin. Bivê re jî bi jinên çalakvan û rêxistinên jinan re, li bajar û bajarokan çalakî lidarbixin. Lê avakirina civakek pêşketî, li navendên perwerdekirinê çêdibin, divê ji bo xwendevanan semîner werin dayîn. Bi taybet jî divê semîner ji bo zilaman bên dayîn da ku hişyar bin. Di warê civakê de li hemberî jinan astengî çêdibin û gelek caran nahêlin jin bigihin armanca xwe. Lê ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan wê hertim karê me dewam bike.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.