Gelek ji me masiyan bi hafizaya wan ya kêm dinase, heta dibêjin ku hafizeya masiyên Japonî 3 sanîye ye. Lê mêjûyê masiyekî ku di van rojên dawî de hatiye dîtin vê nihêrîna me pûç dike. Li Muzeya Manchester fosîlê masiyekî yê 319 milyon salî bala xelkê bire ser xwe. Li gor lêkolînan heta niha di nav mêjûyê zindiyên bi hestû de mêjûyê herî baş hatiye parastin mêjûyê vî masiyê ye. Ev kifşa nû kela canê gelek lêkoleran rakir û lêkoleran bi gotarekê kifşa nû anîn ziman.

Mêjûyê vî masiyê hanê zûde ye li muzeyê dihat parastin lê lêkoleran hîna nû ew kifş kirine. Cureyê masiyê ku mêjûyê wî nû hatiye kifşkirin jî masiyê bi navê “Coccocephalus wildi” ye. Mêjûyê zindiyên bi hestû zû dirize ji lewra jî fosîlên bi vî awayî kêm tên dîtin. Nivîskar Sam Giles ku li Zanîngeha Birmingham kar dike û li ser fosîl gotarekê nivîsandiye dibêje, “Ev fosîl nîşanî me dide bê ka zindiyên li dinyayê çiqas tevlîhev in û her tiştê di derbarê wan de hîna jî nayê zanîn. Ev mêjûyê masî jî modelên nû yên di derbarê mêjû de nîşanî me dide. Her wiha ew dide zanîn bê ka masiyên bi dasî çawa û kêngî guherîne. Bi xêra van fosîlan em dikarin lêkolînên xwe xurttir bikin û hin tiştan bi insanan bidin fêhmkirinê.”n NAVENDA NÛÇEYAN