Mêjiyê şovenîst û faşîst didome

Şemî 18 Sibat 2023 - 00:22

  • Cemal Şêx Baqî: ''Komploya Navneteweyî ne tenê li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat; dijî raman, tevger û gel pêk hat. Dema dîtin encam neda, bi rengên cuda domandin. Niha Serok Ocalan di zindanê de ye, Kurd tên qirkirin. Êrîşên li ser Herêmên Parastina Medya, Rojavayê Kurdistanê û Şengalê berdewamiya vê planê ye. ” 

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (P.D.K.S) Cemal Şêx Baqî, derbarê banga KCK’ê ya rawestandina çalakiyan, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û herêmên Parastina Medyayê de ji rojnamevan Cîhan Bîlgîn re axivî.

Şêx Baqî, destnîşan kir ku bi banga Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik a ji bo rawestandina çalakiyan re, PKK’ê careke din mirovahiya xwe nîşan daye û got: “Tevgera Azadiya Kurdistanê ji destpêkê ve nîşan daye ku  tevgerek bi hişmendiya şoreşgerî û exlaqî ye. Banga birêz Cemîl Bayik careke din nîşan da ku berjewendiyên hemû civakên herêmê li ber çavan digire. Derfetên çareseriyê ava dike.”

 

Şovenîzm dewam dike

Cemal Baqî, bibîr xist ku dewleta Tirk a dagirker di dema erdhejê de jî bi obûs û balafiran êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê kirine, li gel wê DAIŞ’ê jî li bejahiya Tedmûrê êriş pêk anîne û bi van êrîşan du peyamên wiha hatine dayîn: “Ya yekem Erdogan dixwaze bibejê ‘karta tevgerkirina terorê hîn di destê min de ye’, ya duyem jî dibejê ‘tu tişt li pêşiya pîlan û siyaseta tinekirina Kurdan nasekine.’ Ev jî nîşan dide ku Erdogan tu ders ji felaketa erdhejê negirtiye. Mêjiyê şovenîst û faşîst didome.”

Şêx Baqî, astengkirina alîkariyên ku ji bo Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê û alîkariyên Rêveberiya Xweser ji bo Şehba, herêmên di kontrola Hikûmeta Şamê de û ji bo herêmên dagirkirî jî bi heman ferasetê ve girêda û got: “Divê dewletên Tirk û Suriyeyê, her wiha hêzên navnetewî zanibin ku tiştên ji berjewendiyan mezintir hene. Ev encama wicdanê xirab û kûrmî ye.”

 

Komplo dewam dike

Di dawiya nirxandinên xwe de Cemal Şêx Baqî diyar kir ku êrîş û astengkirin berdewamkirina komploya navneteweyî ye û got; “Komploya Navneteweyî ne tenê li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat; dijî raman, tevger û gel pêk hat. Dema dîtin encam neda, bi rengên cuda domandin. Niha Serok Ocalan di zindanê de ye, Kurd tên qirkirin. Êrîşên li ser Herêmên Parastina Medya, Rojavayê Kurdistanê û Şengalê berdewamiya vê planê ye. Dixwazin dengê Serok bi temamî qut bikin. Ev 2 salin em nizanin rewşa wî çawa ye. Dixwazin tevgerê bê mêjî bihelin. Lê ev komplo bisernakeve. Tevgera Azadiya Kurdistanê û ramanên Serok Ocalan biser dikevin. Civakên derveyî Kurdistanê rahiştine vê alê û ramanê.”

 

Heya dawî emê li Rêber Apo xwedî derkevin

Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Xezal Reşo bi boneya 24. salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan ji Rojnewsê re axivî û got: “Di dema gelê me di qirkirinê re derbas bû, şagirtên Rêber Apo li me xwedî derketin û gelê me ji fermanê rizgarkirin. Em wek civaka Êzidî jî heya dawî emê li Rêber Apo xwedî derkevin.”

Nivîskar û çalakvanê siyasî Ako Akoyî got, “Dewleta Tirk a faşîst bi hevkariya welatên navneteweyî xwest bi dîlgirtina Rêber Ocalan çok li îradeya gelê Kurd deyne. Lê ji bilî serneketina dewleta Tirk, îrade û berxwedana Rêber Apo ya li Girtîgeha Îmraliyê moraleke mezin daye gelê Kurd yê li her çar beşên Kurdistanê. Piştî Komploya rûreş, Tevgera Rizgariya gelê Kurd hin zêdetir dest avêt parastina maf û doza xwe ya rewa.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.