Mejiyê 500 milyon salî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Yekşem 10 Tîrmeh 2022 - 21:39

  • Paleontolojîstan fosîlekî baş parastî yê dirindeyekî sê çavî dît. Helbet hingê jiyan tenê di deryayê de bû.

Paleontolojîstan fosîlekî baş parastî yê dirindeyekî sê çavî dît. Helbet hingê jiyan tenê di deryayê de bû.

Ev dirindeyê ji serdema Kambriyan (Cambrian) bi navê Stanleycaris hirpex tê nasîn. Ev fosîla hanê taybet e, ji ber ku hem mejî, hem qismek ji sîstema sinir û sê çavên wê di fosîlê de parastî mane. 

Lêkolerên li Muzeya Qraliyetê ya Ontario (ROM) ya li Torontoyê difikirin ku fosîl teqrîben 506 milyon salî ye.

Tişta ku vê fosîlê pirr taybet dike ew e ku mejiyê heywanê û sîstema wê ya sinir parastî mane. 

Ev yek ji kêm fosîlên ji wê serdemê ne yên ku mejî parastine. Jixwe hîna nû di nava 10 salên bihurî de nimûneyên wisa hatibûn dîtin. 

Ev heywan ji 20 santîmetroyan piçûktir e. Devê wê, endamên wê yên weke pençeyan ên li pêşiya laşê wê û lingên wê yên gelek nîşan didin ku ew dirindeyek bû û li ser zemînê deryayê jî li nêçîra xwe geriyaye. 

Ji fosîlê em dibînin ku mejiyê vê heywanî du parçe ye. Protoserebru (Protocerebrum) a girêdayî her sê çavan û deytoserebrum (deutocerebrum) a girêdayê pençeyên wê yên li pêş. Ev mejî jî guhertiye ji mejiyên 8 ling û pirrlingên roja me ya îro, ku di pêvajoya beridînê de xizmên vî heywanî ne. Lewma mejiyê wan 3 beş e. Bi xêra fosîlê em dibînin çawa mejî û sîstema sinir a van heywanan beridiye.

TORONTO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.