Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ), xwest nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Mehmet Aslan bê serbestkirin: "Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya bê wate û ji ber sedema nediyar kirin nezaretê. Divê dest ji vê yekê berdin."

CPJ, têkildarî kirina nezaretê ya nûçegîhanê MA´yê Mehmet Aslan daxuyanî da. CPJ'ê xwest Aslan bê berdan: "Divê bi lez Aslan serbest bikin. Polîsan li Stenbolê Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya ya Kurd Mehmet Aslan, di serdegirtina malê de kirin nezaretê. Aslan birin Antalyayê. Ne diyar e lêpirsîn der barê çi de ye. Li gorî lêkolîna CPJ'ê, ji Cotmeha 2020'an heta niha herî kêm 3 xebatkarên Ajansa Mezopotamya ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve hatine girtin. Aslan di nûçeya herî dawî ya di Ajansa Mezopotamya de weşandibû, bal kişanibû ser rewşa girtiyên nexweş. CPJ'ê ji bo der barê rewşê de bibe xwedî agahî nameya elektronîk ji Serdozgeriya Antalyayê re şand, lê ti serdozgeriyê bersiv nedaye."

NAVENDA NÛÇEYAN