Mehek ji bo ‘analemma’ ya heyvê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 13 Hezîran 2023 - 03:59

Wael Omar wênegirekî ji Misrê ye û cara ewil e ku wênegirekî Misrî wêneyekî bi vî rengî digire. Wael Omar weke wênegirê astrolojiyê jî tê zanîn. Ji bo wêneyê heyvê ango “analemma”ya heyvê bibîne û qeyd bike wî meheke xwe derbas kir. 

Peyva “analemma” ku bêhtir ji bo rojê tê bikaranîn, di heman demê de ji bo heyvê jî derbasdar e. Analemma ew tişte ku guherîna salane ya tevgerên roj û heyvê nîşan dide. Ji bo mirov wêneyekî rojê yê bi vî rengî bigire divê di nav salê de, di rojên cuda de û di heman saetî de li heman cihî wêne were girtin da ku wêneyekî wiha temam bibe. Lê ji bo heyvê mehek têrê dike û heger wênegirek di nav mehekê de her roj, li heman cihî heyvê bişopîne dê karibe “analemma”ya heyvê bide xuyakirin. Analemma di heman demê de dişibe reqema 8 jî. Yanî ew weke reqama 8 tê xuyanê, dema ku çerxa xwe temam bike.

QAHÎRE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.