Medyaya dijital:‘Ji Ocalan re azadî’

Duşem 5 Sibat 2024 - 00:57

DBP  ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li ser medyaya dijital dê kampanyayê bide destpêkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku kampanya dê di 14’ê sibatê de bê destpêkirin. Têkilî kampanyayê wiha hate gotin: “Ji bo bidawîkirina tecrîda mutleq û çareseriya demokratîk a doza Kurdan, girîng e ku em gotina xwe ragihînin ji qadên dîjîtal, li van qadan li hemû kesan û li her cihî belav bikin.  Seferberiya ku wê di qadên dîjîtal de bidome, ji bo bidestxistina serkeftinê wê roleke girîng bilîze. Di vê çarçoveyê de di 14’ê sibatê de wê bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) kampanyaya hashtagê ya bi navê ‘Azadî ji Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurdan re’ were destpêkirin. Em bang li hemû saziyên navneteweyî, sendîka, partiyên siyasî, çalakvanên mafên mirovan û bi kurtasî bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin ku tev li van kampanyayên berfireh ên li ser qadên dîjîtal bibin.”

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.