Medya li ser partiyan hatiye dabeşkirin
În 28 Sibat 2025 - 02:50
Rojnamevanên Germiyanê diyar kirin ku divê çapemenî û rojnamevan timî li ser mijarên neteweyî bisekinin û gotin: “Mixabin li Başûrê Kurdistanê medya li ser partî û kesan hatiye dabeşkirin û medyaya netewî li Başûrê Kurdistanê kêm e.”
Li Başûrê Kurdistanê bi sedan rojname, kovar û çapemenî hene, lê ji ber ku piraniya medyayê partî an jî sîber in ne xwediyê cîhanek zelal in. Tenê guh didin mijarên rûtîn ên ku desthilatdarî ji bo ku civakê ji rojevê dûr bixînin. Li aliyê din jî Başûr dibin êrişên dewleta Tirk a dagirker de ye û komkujiyên civakî têne pêkanîn, bi dehan pirsgirêkên neteweyî hene û metirsiyek mezin li ser gelê Kurd heye. Rojnamevanên Germiyan têkildarî mijarê axivîn.
Rêveberê Radyoya Deng Rojnamevan Azad Osman li ser mijarê wiha axivî: “Ji ber ku piraniya medyaya Başûrê Kurdistanê hizbî ne, yan jî girêdayî berpirsên partiyê ne û piştgiriya wan dikin, ji ber vê yekê, dîtin û vegotinên wan jî li gorî vê perspektîfê ne. Ji medyayê ku zêdetir amûrek propagandaya partî û kesayetî ye, hêviyek zêde nînin. Erka medyayê ew e ku li ser pirsgirêk û qeyranên civakê bisekine.”
Azad Osman destnîşan kir ku mixabin medyaya başûr gelek caran mijarên ku ne mijara medyayê ne, dixe rojevê û got: “ Weke hemû herêmên din, rewşa ragihandinê li Germiyanê jî xirab e ji ber ku medyayên serbixwe û azad pir kêm in û saziyên ragihandinê jî gelek kêm in. Sedema wê jî beşek ji aliyê mirovî yê kêmbûna kadroyên medyayê ye, her wiha nebûna helwest û pirsgirêkên madî sedemeke din e.”
Rojnamevan Biryar Caf têkildarî heman mijarê axivî û wiha pê de çû: “Divê çapemenî û rojnamevan timî li ser mijarên neteweyî bisekinin. Ji ber ku pirsgirêkên netewî bi ferdên civakê ve girêdayî ne. Lê mixabin li Başûrê Kurdistanê medya li ser partî û kesan hatiye dabeşkirin û medyaya netewî li Başûrê Kurdistanê kêm e. Medya zêdetir bala xwe dide model û hinek mijarên nepêwîst, kêmtir giringiyê dide mijar û pirsgirêkên netewî. Bi dîtina min hemû çapemenî ji paşguhkirina pirsgirêkên neteweyî berpirsyar in.”
GERMIYAN-ROJNEWS