Endamên MED-DER'ê çûn Bismilê bi zarokan re bi Kurdî lîst.
Xebatên Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) ên ji bo berbelavkirina Kurdî didomin. Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê jî doh tevlî çalakiya MED-DER'ê bûn. MED-DER, doh ji bo xebatên zimên çû Bismilê. Dersdaran ewilî alfabeya Kurdî fêrî zarokan kir û paşê tevî zarokan stranên Kurdî gotin. Dersdaran çalakiya xwe bi strana "Zimanê Kurdî" bi dawî kirin.
AMED