Konseya Bajar a Amedê ku di serdema qeyûman de hatibû girtin û 8 sal piştre piştî DEM Partiyê şaredarî bi dest xistî dîsa hate vekirin, meclisa xwe ya ewil ava kir. Meclisa Çand û Hunerê ya Konseya Bajar a Amedê, li Navenda Çandê ya Çand Amedê 1’emîn Civîna Asayî li dar xist. Ji qada çand û hunerê gelek kes, endamên meclisa şaredariyê û gelek kes tev li civînê bûn. Endama dîwanê Saliha Ayata got ku ji ber vekirina meclisê ew bi kelecan in.
MA/AMED